Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Xaniyên bi herî yên gundê Kuyle rûxsarê Kurdewariyê ne 06.12.2020

 

Xaniyên bi ber û heriyê hatine çêkirin xwedî wê taybetmendiyê ne ku di demsala Havînê de hênike, di demsala Zivistanê de jî germe. Ji ber vê çendê Kurdan hertim giringî bi vê şêwazê xaniyan daye. Lê niha ji ber çêkirina xaniyên bi beton, li gelek gundan êdî sîmayê xaniyên bi ber û herî diyar nabin. Lê li gundê Kuyle heta niha jî xaniyên bi herî û şêwazê avahîsaziya berê nehatiye ji destdan.

Gundê Kuyle yek ji gundên herî xweşik ên sinorê Dola Baleyan a ser bi bajaroka Çomanê ye. Ji ber avhewayê hênik, xweşiktiya gund û simaya wê ya Kurdewarî salane gelek geştiyar serdana gundê Kuyle dikin.

Gundê Kuyle dikeve qontara Çiyayê Şêx Nasir, di warê îdarî de ser bi bajaroka Qesrê ya Çomanê ye. 15 kîlometran ji navenda bajaroka Qesrê dûre. Tatbetmendiya ku vî gundî ji gundên din ên Kurdistanê cûda dike, şêwazê avahîsaziya wê, keresteyên derî û pencere yên ku bi awayê berê hatine çêkirine. Di nava gund de gelek xaniyên kevnar hene.

Dema mirov di nava Dola Baleyan derbas dibe heta digihe gundê Kuyle, li rexên rêyê hemû darên goz û berû hene. Dema mirov digihe nava gundê Kuyle jî şêwazê avahiyên gund yekser bala mirov dikêşe ser xwe. Keresteyên ku di avakirina van xaniyan de hatine bikaranîn, hîna li nava xwezaya Kurdistanê de bidest dikeve ku ji; ber, xişt (kerpîç), darê berû, sipîndar pêktên. Piraniya xaniyên gund du qatin. Qata xwarê ji bo sewalan wek gov bikartînin, qata serê jî ji bo cihê razan û runiştinê tê bikaranîn.

Yek ji şêniyên gund yê bi navê Feysel Hesen di derbarê dîroka avakirina gund de got; “Dîrokek diyar ya avabûna gundê Kuyle nine, lê li gorî tê texmînkirin çend sedsalek ji beriya niha hatiye avakirin. Di salên 1940’an de hostayên gund ên wek, Hosta Mehmud, Mam Cebar, Mam Xidir, Şehîd Resûl Hacî Kiwêxe hebûn. Niha jî xaniyên gund ji aliyê Hosta Ehmed û Hosta Îbrahîm ve tên çêkirin.”

Li gorî gotina şêniyên gund, kevirên ku ji bo xaniyan hatine bikaranîn, li cihek ku nîv saet ji gund dûre, li ser pişta dewaran anîne. Şênî diyar dikin ji dema kevin de ta niha karên li gund tê kirin hemû bi awayê komîn tên kirin.

Niha li piraniya gundên Herêma Kurdistanê xanî bi betonê tên çêkirin. Di derbarê taybetmendiya xaniyên bi kevir û herî hatine çêkirin de jî Feysel Hesen wiha got: “Xaniyên bi herî û kevir hatine çêkirin baştirin ji yên betonê. Ji bo mînak xaniyê bi kevir û herî hatî çêkirin di demsala Zivistanê de germe û di demsala Havînê de jî gelek hênike. Ji bo tendirustiyê jî xaniyê bi kevir û herî baştire. Firehiya hinek diwarên gund nêzî yek metrê ne, ev yek jî rê li ber serma û germahiyê digre.”

Jina bi navê Eyşe Yusif jî qala erk û zehmetiyên jinan ên di avakirina xaniyan de kir û got: “Jinên gund ji mêran zêdetir diwestin. Di avakirina xaniyan de jin jî bi qasî mêran diwestin û hemû karan dikin.”

Mîna hemû gundên din ên Kurdistanê metirsiya nemana xaniyên bi kevir û herî li gundê Kuyle jî peyda bûye. Li gundê Kuyle ku di salên derbasbûyî de 77 xaniyên bi kevir û herî hebûn, lê niha tenê 33 xaniyên bi kevir û herî mane.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv