Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bang kir ku xwedî li girêva birçîbûnê derkevin, ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şikandin dest pê kir.
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ji bo girêva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirî li ser hesabê medyaya civakî vîdeoyek par ve kir.
Meclîsa ciwanan got, ”Em bi giyanê Kemal, Mazlûm, Xeyrîyan tevlî berxwedana birûmet a girtiyên siyasî bibin û li kuçe û taxan, kolanan xwedî li berxwedanê derkevin. Daxwaza wan daxwaza me ye. Bijî berxwedana zindanan.”