Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Wezîrê karê hundir ê Tirk çû Ezaz û Efrînê: Gelo dewleta Tirk peyama îlheqkirina wan dide?

 

WEZÎRÊ FAŞÎST Ê TIRK ÇÛ EZAZ Û EFRÎNÊ
GELO DEWLETA TIRK PEYAMA ÎLHEQKIRINA WAN DIDE?

Wezîrê Karê Hundir ê dewleta Tirk Suleyman Soylu yê bi dijminahiya xwe ya li Kurdan û Kurdistanê tê naskirin, ji nişka ve çû bajarên Ezaz û Efrînê.

Her du bajar jî ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin.

Jixwe beriya niha dagirkeriya Tirk ji bo her du bajaran jî karmendên dewletê weke qeymeqam wezîfedar kiribûn.

Lê cara pêşî ye, wezîrê karê hundir diçe her du bajaran.

Hem jî bêyî destûra hukûmeta Şamê ya li Neteweyên Yekbûyî hê jî xaka Sûriyê di bin serweriya wê de ye.

Wezîrê faşîst li her du bajaran jî serdana komên çete kir, ku navên polîs û tîmên taybet li wan hatine kirin.

Jixwe li her saziya diçûyê jî ala Tirk hatibû daleqandin.

Bi vê çûyîna Soylu ev pirs peyda dibe:

Gelo dewleta Tirk peyama îlheqkirina Ezaz û Efrînê dide hêzên navneteweyî?

Di serî de welatên Ereb, niha helwesta dewletên din li hemberî vê destdirêjiya Tirkiyê tê meraqkirin.

Lê heta niha jî çavên xwe li hovîtiya dewleta TIrk û sûcên wê yên li dijî mirovahiyê girtine.

Mînaka herî dawî hovîtiya li dijî cenazeyên şehîdan ên li şehîdgeha navenda Efrînê bû.

Dewleta Tirk a dagirker cenazeyên 73 şehîdên berxwedana Efrînê ji goran derxist û derewa “gora komî” li wir heye belav kir.

Ev yek bi wêne, dîmen û belgeyan derew hat derxistin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv