SEROKKOMARÊ FRANSA MACRON:
EM Ê PIŞTGIRIYA XWE YA JI BO BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYÊ BIDOMÎNIN
Qesra Elysee piştî hevdîtina bi şandeya Rojava re, mijarên di hevdîtinê de hatine gotûbêjkirin parvekirin.
Qesrê li ser navê Macron ragihand; wî ji bo aramiya siyasî ya Bakur-Rojhilatê Sûriye û pêkhatina rêveberiyeke berfireh, li ser “pêwistiya berdewamiya xebatê”, biryardariya xwe nîşan daye.
Macron di civînê de cesareta şervanên li Herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyê ya di bin kontrola Kurdan de, fedakariya têkoşîna gelê xwecihî ya li dijî DAÎŞ’ê silav kiriye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê Parîs di şerê li dijî ‘terorîzmê’ de li gel QSD’ê têkoşînê bidomîne.
Der barê alîkariyên Fransayê de jî ev hat diyar kirin:
Fransayê ji 2017’an ve, ji bo herêmê zêdetirî 100 milyon Eûro alîkariyên mirovî kiriye û soza ku wê hê jî bike, da.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku duşema borî Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk MSD’ê Îlham Ehmed, Heveroka Meclîsa Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid û Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Sivîl a Dêra Zorê Xesan El Yûsif li ser daxwaza Macron hevdîtin pêk anîbûn.