Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Weysî Tallî: ‘Bi rêxistinkirinê ciwan wê ji tiryak û fuhûşê rizgar bibin’

 

WEYSÎ TALLÎ / WELAT
BI RÊXISTINKIRINÊ CIWAN WÊ JI TIRYAK Û FIHÛŞÊ RIZGAR BIBIN

Li hemberî jinên ciwan ên kurd û dîsa ciwanan polîtîkayên pir qirêj ên bi destê şerê taybet ku di çarçoveya polîtîkaya çokdanînê de hatî amadekirin tê meşandin. Jinên ciwan tên revandin, bi destavêtin-destdirêjî sîxurî lê tê ferzkirin. Ber bi întixarbûnê ve tê dehfdan. Dema ku bi vê yekê encamên baş negirt, bi rêya polîs û leşkeran ku taybet li ser rêbazên qirêj hatin perwerdekirin li bakurê Kurdistanê xistin dewreyê. Bi rêya heskirin û evîneke sexte berê xwe dane jinên ciwan ên kurd û wan dixapînin. Mînaka vê ya herî şênber Îpek Er a ku çawîşê pispor Mûsa Orhan tecawizê wê kiribû û ew ber bi întixarê ve dehf dabû û jiyana xwe ji dest dabû. Bi sedan mînakên wiha hene hê jî nehatine aşkerakirin.

Taybet li metrepolên Tirkiyeyê û dîsa li ser ciwanên malbatên şehîd û şervanan hê zêdetir ev planên qirêj xistine dewreyê. Dixwazin malbatên şehîdan û şervanan ku rûmeta xwe parastine, bi van cûre rêbazên qirêj û şantajan bixînin û di çavê civakê de biçûk bixin. Ji bo vê taybet li metrepolan malbat û ciwanên kurd tên hedefgirtin û bi ziravî li ser kar dikin ku ji rê derxînin.

Gelo çima li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê fuhûş û tiryakê li ciwanên tirk nayê parvekirin? Çima li kolanên Amadê fuhuş û tiryak serbest e, çima li Sakarya, Sînopê qedexe ye? Ger ku ev li her derê qedexe be, çima li Kurdistanê serbest e.

Ji vê divê bê zanîn ku ev yek ji bo valakirin, ji rê derxistina ciwanên kurd tê kirin.

Ciwanên kurd taybet divê êdî vê siyasetê baş bibîne û hew qebûl bikin. Bi ruhê şoreşa Rojava, bi biryardarî û têkoşîna Berxwedêrên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosa û Cenga Xabûrê serî hildin.

Ji bo her tiştî ne dereng e, îro sîstema tirk bi xwe li ber hilweşîn û sekeratê ye. Ji bo ji nû ve avakirinê û xwe parastinê, her şert û merc heye. Her kolan û tax dikare xwe bi rêxistin bike. Kengê polîs û leşkerên tirk serî li van rêyan dan, di çarçoveya parastina rewa de bersiv bidin. Ev mafekî herî rewa ye.

Kengî ev yek bû, wê demê dê dijmin jî bê şikandin û rêbazên ku dijmin li ser ciwanan jî dide kirin, bi dawî bibin.

Eger ku ev polîtîka li bakurê Kurdistanê hat têkbirin, teqez dê li Îranê jî, Başûr jî û Rojava jî hemû rêbazên qirêj ên dijmin li ser ciwanan têk biçe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv