Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nîlufer Koç: ‘Yekîtî û planên parçekirina Kurdan a 200 salên dawî’

 

NÎLUFER KOÇ / NEWAYA JIN
YEKÎTÎ Û PLANÊN PARÇEKIRINA KURDAN A 200 SALÊN DAWÎ

Îro yek sedema girîng ya şerê li dijî Rebêr Apo û PKK’ê ew e ku hezên kûrevî û heremî yên îdeolojiya wan xwe dispêre baviksalariyê, îdeolojiya rizgariya jinê weke xeteriya li dijî îdeolojiya xwe dibînin. Jinên Kurd û siyaseta jinên Kurdistan gelek caran girîngiya azadiya xwe ji bo demokratîkkirina civakî ji bîr dikin û pirsgirêka azadiya jinê bi xwe ve sînordar dikin.

Heger îro hezên kûrevî û herêmî yên weke Tirkiyê li gel PDK’ê li dijî PKK’ê şer dikin yek sedem jî meseleya azadiya jina ye. Ji ber ku bi beşdarbûyina jinan di siyaset, civak, hûner, ragihandin û hwd. de wêneyê Kurdistana nû derket hole. Bi şerê li dijî DAÎŞ’ê re jî ev rastî gihîşte asta cîhanê. Heger mirov bi zelalî bibêje, niha li herêmê 2 model li beramberî hevin. Yek modela Rebêr Apo/PKK, yek jî ya Talîban li Afganîstanê ye.

Modela ku Rebêr Apo peş dixe azadiya jinan wek peşeng û kîlîta demokrasiya civakî dibîne. Ya Talîban jî li ser koletiya jinan xwe ava dike. Niha ji Emerîka bigre hemû Ewrûpa û dewleta Tirk Talîban weke hezeke meşrû peş dixin. Li Başûr jî hezek baviksalar weke PDK’ê peş dixin. Ji ber ve jî di avakirina siyaseta yekîtiyê de pewîste berî herkesî jin li Kurdistanê pêşî li wan bigrin.

Rebêr Apo ji ber azadiya jinan tê cezakirin û erişên dijî PKK’ê jî ji ber heman sedemê ne. Li aliyê din li Kurdistanê nabe ku nîqaşên li ser yekîtiya neteweyî tenê bi beşdariya mêran pek bên. Ji ber ku mêr gelek caran pragmatîst nêzik dibin û di bin navê siyasetê de bê pîvaniyê peş dixin. Yanî ji bo ku ji sedî yekê qezenç bikin, hesasiyetên ji sedî 99 ên civakî nadin ber çavan.

Li aliyê din heger civak ji sedî 50 jin û ji sedî 50 mêr be, wê demê çima tenê mêr li ser navê jinan têkildarî çerçoveya yekîtiya gelê kurd biryarê bidin. Jin pêwîste vê rastiyê qebûl nekin. Di tevgera PKK’ê de ev pirsgirêk nebe jî mixabin di tevgerên din de ev pirsgirêk gelekî ciddî ye. Ji ber we jî pewîste tevgera azadiya jin a Kurdistanê platformên nîqaşên jinan ên derbarê yekîtiyê de çêbikin. Û rojek were kongreya jinan a Yekîtiya Neteweyî lidar bixe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv