Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

werin Cenga Azadiyê

 

 

Ciwanên Kurd li Ewrûpayê bi çalakiyan dewa azadiya Rêber Apo kirin.
Li Fransa û Almanyayê çalakî hebûn.
Ciwanan destnîşan kir heta azadiyê wê li qadan bin û peyama berxwedanê dan.

“WERIN CENGA AZADIYÊ”
CIWANÊN KURD LI FRANSAYÊ DAXWAZA AZADIYA RÊBER APO KIR

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Marsîlyayê di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyek li dar xistin.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de ev peyam da:

Me her tim baweriya xwe bi azadiya Rêber Apo anî.

Heta ku ev yek pêk were em ê têkoşîna xwe dewam bikin.

Em bang li ciwanên li Ewropayê dikin ku dakevin qadan.

Roj roja azadiya Rêber Ocalan e.

Li bajarê Marignanê jî, ciwan li dijî dagirkeriyê û ji bo azadiya Rêber Apo li qadan bûn.

Ciwanan destnîşan kir ku wê bi biryardarî çalakiyên xwe bidomînin û ev bang kirin.

Em bang li temamiya gelê xwe û ciwanan dikin ku ji bo azadiya Rêber Apo rabin ser piyan.

Berxwedana gerîla berxwedana me ye.

Roj roja seferberî û berxwedanê ye.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv