Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Êrişê Dagirkeriya Tirk li Dijî Bakur-Rojhilatê Sûrî

 

 

Cîgirê Hevserokên Meclîsa Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûrî Bedran Çiya Kurd têkildarî gefên êrişê yên dagirkeriya Tirk, têkoşîna li dijî wê û dîyaloga bi rêveberiya Şamê re, ji bernameya Rojava a televîzyona me re axivî.
Bedran Çiya Kurd got, eger êrişek çêbibe ji derveyî berxwedanê û xweparastinê tu rêyeke din li pêşiya me nîne.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK LI DIJÎ BAKUR-ROJHILATÊ SÛRÎ
BEDRAN ÇIYA KURD: REJÎMA FAŞÎST A TIRKE JI BO XWE RAGIRE ŞER GUR DIKE

Cîgirê Hevserokên Meclîsa Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûrî Bedran Çiya Kurd mêvanê bernameya Rojava ya televîzyona me bû.

Li ser pirsa îtîmala êrişeke berferih a li dijî herêmên xweser Bedran Çiya Kurd ev bersiv da.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK LI DIJÎ BAKUR-ROJHILATÊ SÛRÎ
BEDRAN ÇIYA KURD: DIVÊ LI DIJÎ GEFÊN DAGIRKERIYÊ LI HER QADÊ SEFERBERÎ HEBE

Bedran Çiya Kurd got, eger êrişek çêbibe ji derveyî berxwedanê û xweparastinê ti rêyeke din li pêşiya me nîne.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK LI DIJÎ BAKUR-ROJHILATÊ SÛRÎ
BEDRAN ÇIYA KURD: BÊ ERÊKIRINA RÛSYA Û DYA’YÊ DEWLETA TIRK NIKARE ÊRIŞ BIKE

Rêveberê herêma xweser Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku beyî Amerîka û Rûsya dewleta Tirk nikare êriş bike.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK LI DIJÎ BAKUR-ROJHILATÊ SÛRÎ
BEDRAN ÇIYA KURD: EM HEM BI RUSYA HEM JÎ AMERÎKAYÊ RE DIAXIVIN

Bedran Çiya Kurd da zanîn ku hem Rûsya û hem jî Amerîka ji wan re gotiye, ew li dijî êrişa dewleta Tirk in.

HEWLDANÊN JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA SÛRIYÊ
BEDRAN ÇIYA KURD: RÊVEBERIYA XWESER HER TIM JI BO ÇARESERIYÊ AMEDE YE

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku Rûsya ji wan xwestiye bi rêvebriya Şamê re pirsgirêkê çareser bikin û got.

Em timî ji bo danûstandinê amade ne da ku pirsgirêk li ser maseyê bên çareserkirin.

Nêrîna me ya ji bo çareseriyê zelal e.

Lê divê nêrînên hemû aliyan din jî zelal bin..

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv