Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Vicky Blake: ‘Ji bo hevdîtinên aştiyê azadiya Ocalan şert e’

 

KAMPANYAYA AZADIYA RÊBER APO
VICKY BLAKE: JI BO HEVDÎTINÊN AŞTIYÊ AZADIYA OCALAN ŞERT E

Dîrektora Sendîkaya Kolej û Zanîngeha a Brîtanyayê UCU Vicky Blake di heqê kampanya azadî ji Rêber Apo re bersiv da pirsên rojnamevan Erem Kansoy.

Blake bi bîr xist ku Rêber Apo ji bo aşitiya li herêmê û li Tirkiyê xwedan roleke mezin e.

Blake destnîşan kir ku sendîkaya wan jî ji bo ku azadiya Rêber Apo pêk were zextê li dewlet û hikûmeta Brîtanyayê dike û got:

Sendîkaya Kolej û Zanîngeha a Brîtanyayê ku ez dîrektora wê me destekê dide kampanyayê.

Armanca me jî ew e ku Brîtanya di heqê binpêkirina mafên Ocalan de zextê li dewleta Tirk bike.

Blake eşkere kir ku sendîkaya wan xwedan 7 milyon endam e û wê bi xwedîna Rêber Apo di heqê pêşerojê de hêviyên xwe mezinkirine û wiha got:

Gelekî girîng e ku em piştevanên kampanyayê zêde bikin.

Em bi xwe jî li Brîtanyayê 7 milyon kesan temsîl dikin.

Em endamên xwe ji bo ku bikarin ji bo azadiya Ocalan zextê li dewletê bikin perwerde dikin.

Vick Blake da zanîn ku ew di wê qinyatê de ye pêdivî bi hevdîtinên cidî yên aştiyê heye û got:

Lê belê heta Ocalan di hepsê de be ev nabe.

Ev herdu rewş dijberê hev in. Divê em nîşanî mirovan bidin ka rejîma tirk çi dike.

Blake destnîşan kir ku ji bo azadî û demokrasî li herêmê tanzîm bibe pêdivî bi azadiya Rêber Apo heye û got:

Ez ji Ocalan hîn bûm ku divê mirov tim bi hêvî be.

Em ê hêviya xwe ji dest nedin û di vê oxirê de xebatên xwe bidominin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv