Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: ‘Xweserî û xwelîserî’

 

XWESERÎ Û XWELÎSERÎ
AHMET AKTAŞ / RONAHÎ

Di nava Kurdan de ev her du peyv gelek watedar in. Li xweseriyê pirtir peyva azadî tê bikaranîn. Li hinek herêman xwelîserî jî bi devokî herêmî cuda tê gotin; mînak li Cizîra Botan dibêjin xolîser!

Di vê serdema me ya niha de, mirov dikare wateya van gotinan hîn berfirehtir bike. Ji ber ku êdî kesayetek tê afirandin; li ser birûbawerî, bîrdozî û siyaseta rêberiyên partiyan, dewletan û gelan kes tên perwerdekirin û tevgerkirin.

Kurt û cewherî kesayateya niha li Kurdistanê heye; gelo kesayetiyek xweser û azad e an xwesparê hêzen derve û xwelîser e?
(…)

Du rêveberiyên sereke û bi vêna ve girêdayî du kesayetiyên sereke hene li Kurdistanê. Yek PDK ya rêveberiya Hewlêrê ye, ya din jî PKK ya Kurdistanî-gerdûnî ye.

PDK, ji despêka damezrandina xwe ve li ser bawerî û kesayetiyek pişta xwe spartiye dewletan û meşiyaye. Û her vê meşa xwe dewam dike. Sosreta mezintir jî, li gel her çar dewletên dagirker têkiliyên li ser xizmetê ji siyaseta wan re bike daniye; Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye…

PKK, hema bi kurtayî berovajî PDK’ê, li ser baweriya xweser û azad hatiye damezrandin, baweriya xwe bi xwe û hêza gelê xwe aniye û heta roja îro meşiyaye. Bêgûman li ser vê bîrûbaweriyê kesayetiyek xwedî îradeyek ji pola afirandiye. Lewma karîbû li dijî ewqas êrişên kevneperestiya cîhanî xwe ragire û têkneçe.

PDK, berê wan têkileyên xwelîserî, li gel dewletên dagirker hinekî vaşartî dida meşandin. Lê êdî eşkere, him bi çekdarî li gel wan e
him bi gotin weke wan diaxive.

Li Başûr û Rojava, xizmeta ku ew pêşkêşî dewleta tirka dike, dewleta tirka nikare ewqas xizmetê ji xwe re bike. Bi navên ENKS û Peşmergên Roj û hwd, him bi gotin him bi kirin, ketine pêş hêzên dagirkerên tirkan û êrişî Tevgêra Azadiyê dikin.
(…)

Mirov vê kesayeta ewqas xwelîser a ketiye erdê dibîne, gelek dilêş dibe. Dîsa hinek kom bi navên Efrînê li Ewrûpayê çêkirine û dikişînin Hewlêrê. Di tv’yên xwe de, xwedêgiravî hatine ji Mesûd Berzanî rica bikin, da ku ji dewleta tirka bixwaze, “bila wan çeteyên wan gelê Efrînê pir ne êşîne” û hwd!

Nizanim gotina XWELÎSER têra wan dike an na?! Dîsa jî em, wan vexwendî XWESERIYÊ bikin!

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv