Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Veysî Sarisozen: Komploger ketin bîra ku kolan 12.02.2021

 

KOMPLOGER KETIN BÎRA KU KOLAN
VEYSÎ SARISOZÊN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Heta ku rêveberiya Biden PKK’ê ji lîsteya terorê dernexîne û ji bo ku dawî li êşkenceya Îmraliyê were zextê li Dewleta Tirk neke, bawerî bi alîkariya wan a Rojava nayê.

15’ê Sibata 1999’an dîroka komploya navnetewiye ku Amerîka serkêşiya wê kir. Pêşî bi sûîqasta Olof Palme dest pê kirin û PKK xistin lîsteya terorê. Tevî ku qatilên Palme eşkere ne jî. Bi radestkirina Rêberê PKK’ê Ocalan re komplo derket asta herî jor. Gelo çima komplo kirin ?

Amerîka bi destpêkirina şerê kendavê re hema hema hemû dewlet xist nava şerê sêyemîn ê cîhanê. Ev yek amadekariya komploya mezin bû. Eger Ocalan li derve bûya wê ev şer veguheriya şerê xeta sêyemîn. Ev şer jî wê bi serkefitinê tacîdar bûya.

Tevî komployê, faşîzma Tirk û şantajên Amerîka û Rûsyayê jî xeta sêyemîn li Rojava pêk hat. Dema ku DAIŞ’ê nîvê Iraq û Sûrî xiste destê xwe û paytextên Ewrûpayê veguherand gola xwînê tevgera Apoyî rola xwe lîst. Amerîkiyan jî YPG, YPJ pîroz kir. Lê ew partiya ku Ocalan ava kiriye hê jî di lîsteya terorê de ye û Ocalan li Îmraliyê ye.

NATO, Ewrûpa û Amerîka niha muhtacî PKK, YPG û Ocalan in. Dîrokê ev yek îspat kir. Hem komplo têk çû, hem jî lîsteya wan a terorê. Sedema duyemîn a komployê jî ji ber ku Dewleta Tirk endamê NATO’yê bû. Lewma PKK xistin lîsteya terorê û li dijî Ocalan komplo kirin. Mesela Rûsyayê PKK nexist lîsteya terorê. Ji ber ku ne endamê NATO ye. Lê ji ber ku Rûsyayê jî amadekariya şerê li rojhilata navîn dikir bi Ewrûpiyan re tevgeriya û di komployê de cih girt.

Eger em vegerin serî; rêveberiya Biden û welatên Ewrûpayê ji bo berjewendiyên xwe PKK xistin lîsteya terorê û li dijî Ocalan komplo kirin. Ji ber vê yekê berpirsiyarê faşîzma li ser gelê Kurd in. Heta ku paşde gav neavêjin wê kes bawerî bi wan neyne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv