AHMET AKTAŞ / WELAT
22 SALIYA PLANGERIYA NAVDEWLETÎ
Piştî 22 salan, êdî kesên ku vê plangeriyê weke siyasetek navdewletî ya dewletên hegemon a hevpar qebûl neke nîne. Ji xwe serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît li ber mirinê, dibe ku bêhemdî xwe be jî, li xwe mikur hat û got “wele ev çend sal derbasbûn, heta niha jî ez nizanim Amerîka û hevalbendên xwe, çima Abdullah Ocalan radestî me kirin!”
Her wiha Wezîra Kar û Barê Derve yê Amerîkayê Medeleine Albright jî, gelek rayederên payebilind û têkildar ên Amerîka û hinek dewletên din jî, aşkera li xwe mikur hatin ku Rêber Apo wan pêşkêşî dewleta tirkan kirine. Bi taybetî xanima Albright lê zêde dikir û matmayîna xwe ya ji vê komployê wisa dida der; ev çawa çêbû ewqas kesan, ji her aliyê civakê, ji bo Abdullah Ocalan canên xwe bexşandin? û hwd.
Ji niha û pêve, êdî wisa diyar e ku ji bo vê bûyera navdewletî; vê plangeriya herî mezin a li dijî Rêberekî, zêde ronîkirinê û şîroveyê naxwaze. Belê bi giranî û bi bingehîn, zêdekirina xwedîderketina hem felsefi hem fizîkî girîngtir û lezgîntir e.
Her wiha di vê salvegera 22’an de, ev hewldan, bi awayekî ber bi çav, hem li çar parçeyên Kurdistanê û hem li cîhanê berfireh bûye. Dibe ku pirtir beşdarbûna xort û keçên ciwan ên navneteweyî tên xuyakirin. Eger ev xwedîderketina paradigma û beşdarbûna çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo, wisa bi aliyekî tenê ve were dîtin, kêmasiyek mezin e. Ya rastir û xurtir, xwedîderketinek ji piraliyên civakî yên cîhanî heye û bi giranî aliyên têgihiştî, zana, aştîxwaz û demokrat in. Mînak; hejmarek mezin akademîsyen, rojnamevan, siyasetmedar û bi taybetî jî sendikayên karker û kedkarên ku endamên wan bi milyonan e, pir çalak û dengekî bilind li Rêber Apo xwedî derdikevin!
Li cîhanê, hema hema mînakên wisa nehatiye dîtin: bi tenê mînaka Nelson Mandela û Abdulah Ocalan dişibin hev. Lê eger wisa were dom kirin, ku ez bawer dikim ew ê hîn mezintir bibe û bi berfirehtir were dewam kirin, wê di cîhanê de bibe bûyerek yekane ya rêberiya pêşvexistina civaka azad û demokrat a hemdemî.