Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Veysî Sarisozen: Ji bo şoreşger û kesên reformxwaz çend têbînî

 

VEYSÎ SARISOZEN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
JI BO ŞOREŞGER Û KESÊN REFORMXWAZ ÇEND TÊBINÎ

Sedat Peker vîdeoya 8’an jî weşand.

Bi vê vîdeoyê re ket mijarê. Yanî sîlehên ku diçûn çeteyên ji Sûrî re û aboriya qaçax eşkere kir.

Her wiha li ser provokasyona darbeya 15’ê Tîrmehê jî sînyal dan.

Ew kesê ku li qesra Erdogan dimîne û ji bazirganiya li Sûrî berpirsiyare navê wî jî da.

Di vîdeoya pêşiya me de jî wê li ser Erdogan biaxive.

Bi vê yekê re di navbera rejîma Tirk û Peker de bazarî ne mumkun e.

Peker vê carê birastî jî kefenê xwe li xwe kir.

Ev vîdeoyên Sedat Peker rejîma ji hev dixe.

Çapemeniya Tirk wekî ku îtîrafên serçeteyekî sûc be û bi awayekî asayî qala wî dike.

Dîtin ku 65 milyon kes cidî lê temaşe dikin, vê carê jî Erdogan got ew ajanê îstîxbaratên biyanî ye.

Ev yek ne sûcdariyek bi aqil e. Eger birastî jî Peker ajanê îstîxbaratên biyanî be wê demê çû ji we de.

Yanî eger îstîxbaratên derve wî kesî didin axaftin wê demê di destê wan de belge hene.

Qala CIA û M16 dikin û dibêjin hêzên derve. Lê ew ne hêzên derve ne. Îstîxbarata Tirk jî di nava wan de cih digre.

Hemû malbatek in.

Bila dûa bikin ku Peker bi wan re ne têkildar be. Eger wilo be li qada navnetewî wê werin darizandin.

Îstîxbaratên navnetewî agahiyên navnetewî ji hevre dibêjin.

Rejîma Erdogan dizane ku îtîrafên Peker rastî ne, lewma jî wî bi ajantiya îstîxbaratên derve sûcdar dike.

Yanî dibêje ku ev îtîrafên Peker rastî ne û ew ajanê CIA’yê ye.

Niha ne girînge ku ew ajane an jî kesekî krîmînal e. Tiştên dibêje girîng in.

Ew ajan be jî, mafya be jî hun nikarin gotinên wî pûç bikin. Ji xwe hun nikarin.

Welhasil.

Peker di axaftinên xwe de qala pevçûnên siyasî jî dike.

Li gorî vê Soylû çavê xwe berdaye Serokomariyê.

Erdogan bêçare maye, qismek dosyayên wî li Amerîka, qismek jî li Rûsya ne. Ev rejîma ku dike hilweşe an wê teslîmî Amerîka an jî Rûsyayê bibe.

Erdogan ne ewqasî bi hêze ku bi îradeya xwe teslî bibe.

Lê Soylû paşeroja xwe bi teslîmbûna Rûsyayê re dibîne.

Eger Soylû bi darbeyekê desthilatdariyê têxe destê xwe wê encamên wê xerab bin.

Çareserî ewe ku hemû partî bibin yek û biçin hilbijartineke pêşwext.

Bi vî rengî dikarin bi Erdogan bidin îstîfakirin, Soylû, Akar û Fîdan jî li derve bihêlin.

Wê demê şoreşger û kesên reformxwaz çi sekinî ne.

Vaye 65 milyon kes li Peker temaşe dike, hun jî bang li 65 milyon kesî bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv