Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nûrettîn Demirtaş: Banga berxwedanê dewam dike

 

BANGA BERXWEDANÊ DEWAM DIKE
NÛRETTÎN DEMÎRTAŞ / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Heta serkeftinê jiyaneke normal ne mumkun e.

Eger em faşîzmê biqedînin wê demê jiyan dibe normal.

Wê demê gelê Kurd dikare siyaseta demokratîk bike û dengê xwe bi kar bîne. Ev wezîfeyeke demokrasiyê ye.

Îro her tişt divê li gorî berxwedaneke radîkal be.

Lewma şerekî ku divê em bi serkevin heye.

Kesên li ser gerîla gumanên wan hene bila zanibin ku gerîla naqede û têk naçe.

Ti hêz nikare bi gerîla.

Lê em nikarin bêjin ku tiştekî nekin.

Niha rewşa herî krîtîk a li Îmraliyê ye.

Berxwedana Rêber Apo ji gerîlayan re dibe moral. Lê derbarê rewşa wî ya tendurustiyê de agahî tineye.

Rêber Apo ji bo komployê gotibû; min wenda kir, lê gelê min bi ser ket. Ma gelo wilo ye ?

Bersiva me zelal e.

Beyî Rêber Apo jiyan nabe, li gorî vê yekê kengî Rêber Apo azad bibe wê gelê me bi serkeve.

Kampanya dem dema azadiyê ji bo vê yekê ye.

Wê demê li gorî stratejiya ku li her derê emê biserkevin xwe amade bikin.

Dibe ku siyaseta demokratîk me pêşde nebir û ez dikarim ji bo vê yekê xwe rexne bikim.

Lê ew gerîlayên ku li dijî gazên jahrî yên Dewleta Tirk şer dikin ez dikarim vê bipirsim: Ma ev şer tenê yê gerîla ye gelo. Eger ne wilo be çima ewqas bi mijarên din dadikevin.

Îro rojeva Tirkiyê bûye Sedat Peker. Lê ew gotinên Peker yekser bi meseleya Kurd ve têkildar e.

Li gorî AKP’ê li pişt Sedat Peker lîstikek navnetewî heye. Sedem çi dibe bila bibe koalîsyona çeteyan hildiweşe.

Ji ku derê em lê binerin tê dîtin ku AKP-MHP koalîsyona çeteyan e.

Di serê tunelê de dawiya vê koalîsyonê xuya dike.

Divê em berxwedanê mezin bikin û dawiya wan nêz bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv