Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Vedikişin an Direvin

 

Di vê roja dawî ya salê de hevalên me derheqê rewşa şerê li Kurdistanê de dosyayek amade kirine.

Artêşa Tirk hê destpêka salê de bi dijwarî ajot ser heremên Parastinê yên Medyayê. Li Gare serkeftineke mezin plan kiribûn. Tayip Erdogan pêşde beyan kiribû ku ewê filan rojê mizginiyeke mezin bide. Lê hêzên gerilla hesabên wan serûbin kirin. Erdogan di şûna mizgîniyê de neçar ma tûçkçûna eskerên xwe beyan bike.

Piştre di tevahiya salê de ji Garê heta Metîna, Zap û Avaşînê artêşa tirk pir dijwarî êriş kir, pir caran çekên kimyewî bikaranî. Ji wan deran jî ti encam bi dest nexist û niha hale hazir ji 6 qadên gerîla vekişiyaye.

VEDIKIŞIN AN DIREVIN?
SERSALA 2021’Ê BERÊ DEWLETA TIRK LI DAGIRKIRINA TEVAHIYA HERÊMÊN GERÎLA BÛ

Rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê ya bi şerê taybet dest bi salê kir, bi şerê taybet sala 2021’ê qedand.

Lê, hêzên HPG û YJA-Starê yên bi berxwedanê dest bi salê kirin, rêjîma faşîst di dawiya salê de bi berxwedana xwe anîn ber hilweşînê.

Ji dîmenê destpêkê, ku di operasyona şoreşgerî ya Zapê de hatiye qeydkirin, encama derketî holê ev e.

Piştî Werxel, Tabûra Ereban û Sitûnê yên Avaşînê, artêşa Tirk xwe ji Girên Şehîd Munzûr û Serxwebûn û Cîloya Biçûk vekişand.

Tevî ku rastiya li qadê ev e, dagirkeriya Tirk bi şerê taybet û psîkolojîk, bi derewan hewl dide ser vê têkçûyîna xwe bigire.

Wezîrê şerê taybet Hulûsî Akar di dawiya vê salê de dîsa bi erka xwe rabû û reqemên nepixandî eşkere kirin.

Helbet di vî warî de ev derewa herî berbiçav kir û dîsa reqemeke nepixandî ya kuştina zêdetirî 2 hezar û 600 kesî ragihand.

Lê qet behsa vekişîna hêzên xwe yên ji Zapê û Avaşînê nekir.

Raste, dagirkeriya Tirk 2025 jê bomberdimanên ji hewayê, di nava salê de bi hezaran êriş bi helîkopteran, qereqolan bi top û hawanan pêk anîn.

Lê weke HPG’ê ragihandî, hêzên gerîla di bin vê bomberdimana dijwar de 742 çalakî li darxistin.

Di van çalakiyan de 861 eskerên Tirk hatin kuştin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker, ku Tayîp Erdogan fermandarê wê ye serê salê dagirkirina tevahiya herêmên parastinê yên medyayê dabû pêşiya xwe.

VEDIKIŞIN AN DIREVIN?
ERDOGAN Ê MIZGÎNÎ BIDAYA, HÊ SERÊ SALÊ LI BINKETINA XWE YA LI GARÊ MIKUR HAT

Jixwe dema 10’ê Sibatê êrişa li dijî Garê destpêkir, beriya wê bi çend rojan Erdogan gotibû “ez ê roja çarşemê mizgîniyekê bidim we.

Lê wê rojê çapemeniya şerê taybet a Tirk kuştina 3 yuzbaşiyên xwe ragihand.

Tayîp Erdoganê behsa mizgîniyê kir, ji ber derba xwarî ferman da artêşa xwe da ji Garê vekişe.

Rêveberên Tevgera Azadiyê vekişîna artêşa Tirk a ji Garê weke têkçûyîneke mezin ragihandin û gotin, ne vekişiyan nîvê şevê ji nişka ve reviyan.

Erdoganê ku wê roja Çarşemê an go 10’ê Sibatê mizgînî bidaya 15’ê Sibatê roja duşemê axivî û têkildarî êrişa li dijî Garê wiha got, em bi binketin.

Ji ber ku nekarî vê têkçûyînê û derba xwarî biserifîne, 23’yê Nîsanê li dijî Zap, Metîna û Avaşînê êrişeke berfirehtir da destpêkirin.

Bi balafir, helîkopter û qereqolên ser sînor rojane qadên gerîla bomberdiman kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv