Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê di beşa duyemîn a bernameya taybet de behsa girîngiya cîwanan ya nava refên gerîla kir û got, wezîfeya sereke ya ciwanan parastina civaka Kurd e.
Cemil Bayik derheqê lawazbûna hukumeta tirk de jî got:
Me desthilatdariya faşîst anî ber rûxandinê, em ê di sala 2022’yan vê yekê temam bikin.
CEMÎL BAYIK BANG LI CIWANÊN KURD KIR:
WEZÎFEYA SEREKE YA CIWANAN PARASTINA CIVAKA KURD E
Ev tespîta Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik a li ser rola ciwanan e.
Cemîl Bayik di beşa duyemîn a Bernameya Taybet de li ser beşdariya ciwanan a li nav refên gerîla axivî.
Hevserokê Konseya Rêveber destnîşan kir, ku pergala kapîtalîst herî zêde Kurdên ku civakparêz in dike hedef û got, li vê derê wezîfeya sereke ya ciwanan parastina civaka Kurd e.
Cemîl Bayik bi bîr xist, ku li ser civaka Kurd êrişeke berfireh a bi awayên sîxurî, fuhuş, bikaranîna maddeyên hişbir û hwd. heye.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyên wezîrê rêjîma faşîst Suleyman Soylu ên weke “beşdariya li nav gerîla kêm bûye” bi bîr xistin û wiha got:
HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK
“ME DESTHILATDARIYA FAŞÎST ANÎ BER RÛXANDINÊ, EM Ê 2022’YAN DE VÊ YEKÊ TEMAM BIKIN”
Cemîl Bayik ji bo sala nû got, em ê têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo li her derê xurttir bikin.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê weke hedefa pêşî ya sala 2022’an a li pêşiya Tevgera Azadiyê ev peyam da:
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik herî dawî jî sersal li her kesî pîroz kir.