Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Vaye amadekariyên ji bo operasyona şoreşgerî ya li Zapê

 

Gerîlayên HPG û YJA Starê di navbera 8-9’ê Kanûnê de li herêma Zapê li dijî yekîneyên dewleta Tirk a dagirker operasyoneke şoreşgerî kirin. Dîmenekê akamdekariyê, kêliyên operasyonê û dema piştî wê ji aliyê Gerîla TV ve hate weşandin.

Operasyona Şoreşgerî di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de hate lidarxistin. Li Kela Bêdewê, Cîloya Biçûk û Girê Şehîd Mûnzûr, hêzên gerîla xwe berdan nava dagirkeran û derbên giran lê xistin.

Di vê operasyona gerîla de, artêşa Tirk li gel mertalên xwe yên bi ‘teknolojiya serdemê’ nekarî li ber gerîla bisekinin. Ji bilî dagirkerên hatin kuştin, gelek leşkeran dest ji çeperên xwe berdan û neçar man birevin.

Gerîlayên ku xwe ji bo pêngavê amade dikirin, diyar kirin ku yekane armanca wan ew e ku tolhildana hevrêyên xwe yên şehîd bûne hilînin û ew ê çeperan ên ku dijmin lê bi cih bûne paqij bikin.

Gerîla gotina ‘Ev berxwedan wê dema bê veguhere tevgereke êrişê û tolhildanê ya mezin” a fermandarê berxwedana Werxelê Cûmalî Çorûm bi bîr xist û destnîşan kir ku dema vê tevgerê hatiye û wê ji niha û pê ve nehêlin li qadeke Zagrosê bêhn bê ber dagirkeran.

Gerîlayê HPG’ê Tîrêj Dijwar ji kamerayên Gerîla TV re axivî û got, “Demeke dirêj e em xwe ji bo vê çalakiyê amade dikin. Ya ku ji me tê xwestin wezîfeya me hemûyan e. Armanca me ya destpêkê ew e ku di vê pêngavê de tola hevrêyên xwe yên şehîd bûne hilînin. Bi taybetî em dixwazin tolê ji dagirkeran hilînin ku hevrêyên me di tunelên şer de bi gazên kîmyewî bi rengekî hovane şehîd xistin. Di vê çalakiyê de wê hêza gerîla careke din bibînin. Gerîla li her derê şer dikin û di vê pêvajoyê de bêhtir xurt bûye. Em ê jî di vê çalakiyê de wezîfeya xwe ya milîtaniyê bi cih bînin.”

Li Girê Şehîd Mûnzûr, li gel çekên giran, kamerayên mobesse, têlên hatin rêsandin û leşkerên bi teknolojiya herî dawî, komek ji gerîla bêyî ku leşkerên Tirk pê bihesin xwe berdan nava çeperên wan û piştî ku gelek dagirker ceza kirin, çek û malzemeyên leşkerî yên artêşa Tirk desteser kirin.

Li gorî çavkaniyên gerîla, ev çalakî nîşan dide ku di destê artêşa Tirk de tenê teknîk maye û bi taktîkên profesyonel ên gerîla ev teknîk jî dikare bê têkbirin.

HPG’ê beriya niha bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di vê çalakiyê de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin û gelek çek û alavên leşkerî hatine desteserkirin.

Gerîlaya YJA Starê Viyan Botan li ber çekên ku piştî çalakiyê ji ser leşkerên Tirk hatin rakirin wiha axivî, “Ji bo leşkerekî tişta herî şerm ew e ku çeka wî jê bê standin û li dijî wî bê bikaranîn.”

Botan dibêje, “Lê belê şerm bi leşkerên Tirk re nemaye” û diyar dike ku leşkerên Tirk hîn bi teqîna fîşeka destpêkê ji çeperan reviyan.

Gerîla diyar kir ku hemû gerîlayên tevlî çalakiyê bûn bi serketî li baregehên xwe vegeriyan û bi stran û govendê çalakiya xwe pîroz kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv