Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Farûk Sakik: ‘Xweziya di 2021’ê de…’

 

XWEZIYA DI 2021’Ê DE…
FARÛK SAKIK / RONAHÎ

Di jiyanê de gelek caran peyva ‘xweziya’ tê bikaranîn. Ev peyv; Poşmanî… Jibîrkirin… Kêmasî… Xemsarî… Tirs… Westabûn û nedîtina pêşerojê ye.

Di destpêka sala 2021’ê de me soz dabû xwe ku wê kêmasiyên salek berê neyên dubarekirin. Diviya ew kêmasî bihatina telafî kirin û di sala nû de hedefên mezintir me bida pêşiya xwe. Dema ku em îro derbasî sala 2022’yan bûn, em vegeriyan me li dû xwe nihêrî û me dîsa got; ‘xweziya’.

Sozê ku me di sala 2021’ê de dabû xwe, me pêk neanî. Hedefên mezin li dera hanê me kêmasiyên salek berê jî telafî nekir û zêde kirin.

Me Kurdistan azad nekir. Rêber Apo azad nebû û tecrîd dewam kir. Me dawî li desthilatdariya Erdogan neanî. Li girtîgehan di rewşa girtiyên siyasî de tu guhertin çênebû. Li Rojavayê Kurdistan û li gelek deverên din, me pêşî li êrişên dewleta Tirk a dagirker negirt. Me Efrîn û Serêkaniyê rizgar nekirin.

Di sala 2021’ê de mi çi nekir?

Me pêşî li şewitandina daristanan û xerakirina goristanan negirt. Ji bo yekitiya netewî ewqas hewldan hebûn, me nikaribû PDK’ê tevlî van xebatan bikin. Me nikaribû PDK’ê ji nav lepên dijmin rizgar bikin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên dagirkeriyê hebûn, me bi qasî dihat xwestin me piştgirî neda gerîla. Gelek caran em li cenazeyê şehîdên xwe xwedî derneketin. Li gelek deverên Kurdistanê ewqas sîxûr û ajan bi cîh kiribûn me nikaribû pêşî li sûîqestên dijmin bigirin. Derfetê mezin çêbûn ku em dîplomasiya xwe bi pêş vebixin lê me ev xebatên xwe sînorkirî hişt.

Di sala 2022’an de divê em çi bikin?

Dive doza Kurdistan çareser bibe. Ji bo vê yekê jî pêdivî bi têkoşîneke xurt heye. Divê herkes tevlî vê têkoşînê bibe. Pêngava Dem Dema azadiya Ocalan e, dive îsal bigihîje hedefa xwe. Serê her tiştî divê piştgiriyek û xwedî derketineke mezin bidin gerîlayê Kurdistanê. Çawa di sala 2021’an de destûr neda dijmin ku di xaka me de bi cîh bibe, bila bi vê hêzê dijminê li Kurdistan berteraf bike. Dive Efrîn û Serêkaniyê jî tê de hemû heremên hatine dagirkirin werin rizgarkirin. Divê kampanyaya ji bo PKK’ê ji lîsta Ewrûpa derbixin were xurtkirin û di dewsa PKK’ê de faşîzma Erdogan were bicîhkirin. Metirsiya li ser Şengalê didome. Dixwazin Peymana 9’ê cotmehê ya 2020’an pêk bînin. Li Şengalê berxwedanek heye û divê îsal ev berxwedan ji derve ve were xurtkirin. Parastina Şengalê bi tenê ji xelkê Şengalê re neyê hiştin.
(…)

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv