TURÎSTÊ SWÎSRÎ GIHÎŞT GEVERÊ
LOUÎS CORNELLÎ 7 HEZAR KM PEDAL BADA
Louis Cornelli yê 43 salî, ji Swîsreyê ber bi Tirkiyê ve, bi bîsîklêtê derket rê.
Turîstê Swîsrî ku li herêma Neuchatel a Swîsreyê dijî, di çerçoveya tûra Tirkiyê de, piştî 6 mehan û 7 hezar km pedal bada û gihîşt navçeya Gever a Colemêrgê.
Louis Cornelli dibêje; Min Colemêrga ku bi çiyayên xwe navdar e gelek meraq dikir.
Çiyayên vêderê dişibin çiyayên Alp ên welatê min.
Piştî Geverê turîstê Swîsrî careke din ber bi Wanê ve derket rê.