GULEBARANA LEŞKERÊN TIRK
AXUR Û PUŞÊ DERDORÊ ŞEWITÎ
Li Colemêrgê, ji ber gulebarana leşkeran şewat derket.
Buyer li gundê Ogul ê Colemêrgê rûda.
Leşkerên ku li tenişta Ava Zapê nobet digirtin, ketober gule li milê din ê avê reşandine.
Agir bi pûşê derdorê ket û belav bû û gihîşta qada daristanê jî.
Ji ber agir axurekî jî tev şewitî.