NIVÎSKAR Û FELSEVANÊ POLONÎ TOMASZ KONÎCZ:
ÇARESERIYA DOZA KURD Û KRÎZÊN HERÊMÊ DI AZADIYA OCALAN RE DERBAS DIBE
Nivîskar û felsevanê polonî Tomasz Konîcz yek ji pêşengê cîhana felsefeya alternatîf a almanî ye.
Di heman demê jî de jî yek ji pisporê pergala teoriya cîhanê ya Îmmanuel Wallersteîn e.
Ev nivîskar û felsevanê polonî li ser fik û ramanê Rêber Apo û xemsariya Almanya û Ewrpûyê beramberî pergala êşkencê ya Îmraliyê nirxandin kirin.
Konîcz rapora CPT’ê bi bîr xist û got:
Sedema sereke ya bêdengiya li hemberî tecrîd û pergala êşkenceyê, bandora sermayeya Alman e. Ji bo sermayeya alman Tirkiye welatekî pir musaît e û herwiha pirek e ji bo ku sermaya alman xwe bigihîne welatên din ên herêmê. Rêveberiya Berlînê jî Tirkiyeyê herwiha ji bo ku koçber derbasî ewrûpayê nebin, bikar tîne. Lewma ji bo pirsgirêka Kurd û tecrîda li dijî Abdullah Ocalan bê deng in.
Nivîskar û felsevanê polonî bi van gotinan jî dûrûtiya welatên Ewrûpa bi taybetî jî ya Almanyayê destnîşan dike:
Mixabin dema qala binpêkirina mafên mirov tê kirin, tenê Rûsya û Çîn tên bîra Almanyayê.
Konîcz li ser rola fikr û felsefeya Rêber Apo di çareseriya doza kurd û pirsgirêkên herêmê de jî vê nirxandinê dike:
Daxwaza azadiya ji bo Abdullah Ocalan di eslê xwe de çareseriya pirsgirêka Kurd îfade dike. Rejîma Erdogan ji çareserî û guhertina berfireh ditirse. Lê riya çareseriya doza Kurdistan û pirsgirêkên Tirkiyê jî, çareseriya krîzên herêmê jî, di azadiya Abdullah Ocalan re derbas dibe.