LI SER GIRTIYÊN SIYASÎ ZEXTÊN DEWLETA TIRK
SAFIYE GEYLANÎ XWEST HER DU KURÊN WÊ YÊN NEXWEŞ AZAD BIBIN
Mustafa Geylanî 52 salî ye, li zîndana Xarpêtê hejmar 2 tê ragirtin.
Nexweşe û rewşa wî giran e.
Birayê Mustafa, Rahmî Geylanî jî li zîndana Tîpa L a Silîvrî ya Stenbolê ye û ew jî nexweş e.
Dayîka Mustafa û Rahmî, Safiye Geylanî jî bal kişand ser rewşa zarokên xwe.
Bi sedan kîlometro ji her du kurên xwe dûr e û wiha dibêje:
‘Ev 6 sal in bavê wan ji ber nexweşiya xwe nikare herdu zarokên xwe bibîne.’