TJK-EWRÛPA 6’MÎN KOMXEBATA XWE LI DARXIST
DI KOMXEBATÊ DE GELEK BIRYAR HATIN GIRTIN
TJK-Ewrûpayê komxebata xwe ya 6’an bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye” pêk anî.
Gelek delege beşdar bûn û komxebat diyarî şehîd Delal, Hêvî û Denîz Poyraz hat kirin.
Piştî nîqaş û nirxandinên berferih encamnameya komxebatê bi raya giştî re hat parvekirin.
Çend ji biryarên bingehîn ên di komxebatê de hatine wergirtin wiha ne:
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û avakirina jiyana azad a bi neteweya demokratîk wê têkoşîn were xurtkirin.
Li dijî polîtîkayên qirkirin û dagirkeriyê wê xebateke berferih bê kirin.
Di çarçoveya pêngava ku bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re, dem dema azadiyê ye’ wê li her qadê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê çalakî bên kirin.
Ji bo hêza pêşeng a têkoşîna azadiyê ya Kurd PKK ji lîsteya terorê bê derxistin wê têkoşîn bê mezinkirin.
Sîstema hevserokatiyê li ser bingeha demokratîkkirina civakê û avakirina jiyaneke wekhev û azad bê nirxandin, li dijî nêzîkatiyên zayendîperest û desthilatdarîparêz wê têkoşîneke radîkal bê meşandin.
Têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li jinê wê panel, semîner, perwerde û kampanyayên demkî bên lidarxistin.