PDK AMADEKARIYA ŞERÊ LI DIJÎ GELÊ KURD DIKE
LAHOR ŞÊX CENGÎ: ME JI AMERÎKAYÊ RE GOT, EM TEVLÎ ŞERÊ BIRAKUJIYÊ NABIN
Sefîrê Amerîkayê yê Iraqê Matyû Tuler û Konsolosê Amerîka yê Hewlêrê Rob Wale li Başûrê Kurdistanê bi PDK û YNK’ê re rûniştin.
Şandeya Amerîkî piştî hevdîtina bi rayedarên PDK’ê re, li Silêmanî bi Hevserokên YNK’ê re hevdîtin kir.
Piştî hevdîtinê Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî diyar kir, ku wan ji Amerîkiyan re gotiye, ew ê tevlî şerê binketî yê birakujiyê nebin.
Her wiha Şêx Cengî li ser peymana 9’ê Cotmeha 2020’an a li dijî Şengalê jî bal kişand ser tevlînekirina Êzîdiyan û got, me behsa rewşa Şengalê jî kir û me got, ew faktoreke girîng in ji bo pêkhatina aramiya navçeyê.
HÊZÊN PDK’Ê YÊN LI QADÊN GERÎLA
ARÊZ ABDULLAH: HAYA YNK Û WEZÎRÊ PÊŞMERGE JI VAN HÊZAN NÎNE
Endamê Serkirdayetiya YNK’ê Arêz Abdullah jî ji Rojnewsê re têkildarî şerxwaziya PDK’ê ya li dijî gelê Kurd axivî.
Rêveberê YNK’ê bi bîrxist, ku Erdogan bi eşkereyî dibêje “ew ê piştî bidawîbûna peymana Lozanê, xaka dewleta xwe berfirehtir bike.”
Li ser şandina hin hêzan ji aliyê PDK’ê ve ber bi qadên gerîla ve Arêz Abdullah agahiyên girîng da.
Arêz Abdullah her wiha ji bo çareseriya pirsgirêkan bi rêya diyalogê got, YNK amade ye navbeynkariyê di navbera PKK û PDK’ê de bike.