Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Tiryakîtiyê bişkîne, jiyana nû ava bike’

 

“TIRYAKÎTIYÊ BIŞKÎNE, JIYANA NÛ AVA BIKE”
ENDAMÊ MECLÎSA CIWANAN ÇEKO MÎMKARA: EM DIKARIN ÊRIŞAN VALA DERXIN

Wekî li her derê cîhanê li Kurdistan û Tirkiyê jî geşedanên siyasî, aborî, civakî û çandî herî zêde bandorê li ciwan û jinan dikin.

Ciwanên Kurd ev bi salane di hedefa dagirkeriya Tirk de ne.

Êrişên şerê taybet ên wek tiryak, fihûş û sîxûrtî yek ji wan polîtîkayên dagirkeriyê ne.

Her wiha metirsiyên li ser siberoja ciwanên Kurdistanê û Tirkiyê jî her diçe zêde dibin.

Meclîsa Ciwanan a HDP’ê 10’ê Îlonê paytext Amedê li dijî polîtîkayên kîret ên Dewleta Dagirker kampanyayek dan destpêkirin.

Dirûşma kampanyayê ‘Tiryakê bişkîne, jiyana nû avabike’ ye.

Têkildarî kampanyayê Endamê Meclîsa Ciwanan Çeko Mîmkara ji ajansa Mezopotamya re axivî.

Çeko Mimkara diyar kir ku ” Ciwan çiqas xwe rêxistin bikin, civak jî ew qas xwe bi rê ve dibe, Ciwan bi rêxistiniyê dikarin van êrîşan vala derxin.

Ji ber ku ciwanên kurd hedef in, nahêlin du ciwan ji bo siberoja xwe werin cem hev, zext dijwartir dibin, ciwanên tevlî siyasetê dibin tên revandin.

Endamê Meclîsa Ciwanan Çeko Mîmkara dawiya axaftina xwe de bang li gel û ciwanan kir û got: Divê ciwan û malbat destûr nedin û li hember van polîtîkayan xwedî helwest bibin.

Divê ciwan li meclîsên HDP’ê de li hev bicivin, xwe birêxistin bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv