Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Alan Meîş: Esed çû Moskovê, mijar Kurd e!

 

ALAN MEÎŞ / WELAT
ESED ÇÛ MOSKOVÊ, MIJAR KURD E !

Piştî bûyerên li Deraya Başûrê Sûriyeyê û derxistina komên çekdar ber bi herêmên dagirkirî ve û daxuyaniyên Serokê Rejîma Sûriyeyê Beşar Esed der barê ne navendiyê de, Esed ji nişkave çû Rûsyayê û li gel serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn re civiya. Di hevdîtinê de tiştekî nû nehat aşkerakirin lê belê gelek mijar di piştperdeyê de li ser maseya herdu aliyan de hebûn.

Putîn hebûna hêzên biyanî di nava axa Sûriyeyê de, weke çavkaniya aloziyan bi nav kir û Esed jî heman tişt piştrast kirin. Lê belê qala dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê nekirin û bal jî nekişandin ser vê ‘xetereyê.’

Gelo Putîn behsa kê dike û çi mijar hatine gotûbêjkirin?

Mijara kurdan. Di vir de projeya Rêveberiya Xweser hatiye nîqaşkirin, bi taybet ku berî niha hat ragihandin ku wê şandeyeke MSD’ê biçe Moskov û Washingtonê û li gel rayedarên wan welatan bicive. Di vir de ne dûr e Rûsya şert û daxwazên rejîma Sûriyeyê bigihîne MSD’ê.

Hemwextî vê yekê civîneke rûsî-amerîkî ya girîng li Cinevreyê pêk tê. Berpirsê Rojhilata Navîn di Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Brett McGork û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Firiştîn tên gel hev û dê dosyaya Sûriyeyê weke rewşên mirovî, dergehên sînorî, herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rêya çareseriyê gotûbêj bikin.

Ev serdanên ne ji rêzê hemû di demekê de pêk hatin û xuya ye dê hinek biryarên nû derkevin û wê herî zêde girêdayî kurdan bin. Çimkî Rêveberiya Xweser û MSD’ê îro bi wan welatên mezin re projeya xwe nîqaş dikin.

Lê gelo van welatan çi li hev kiriye û niha dixwazin nexşeyeke çawa xêz bikin û dê cihê kurdan li ku be?

Li vir rewşa komên bi navê Opozsyonê çi ye û dewleta tirk dê xwedî çi helwest be?

Piştî aşkerakirina van hevdîtinan wê weke her carê serokê dewleta tirk şermezar bike û gotinên berê dubare bike.

Di vir de wê Tirkiye hewl bide careke din pelikên xwe bi kar bîne û hewl bide van hevdîtinan weke ne rewa nîşan bide. Aliyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, xwedî hêz û rolekê ne, ev serdan û trafîkên ku herî zêde qala wan tê kirin, nîşana wê yekê ku bêyî wan tu çareser tune ye û êdî dema aşkerakirina her tiştî nêzîk dibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv