Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tîmên tirk ên kujer li sefareta Tirkiyê ya Parîs û qesra Erdogan mane 25.03.2021

 

TÎMÊN TIRK ÊN KUJER
LI SEFARETA TIRKIYÊ YA PARÎS Û QESRA ERDOGAN MANE

9’ê Çileyê sala 2013’an li navenda paytexta Fransayê Parîsê komkujiyek pêk hat.

Di encamê de jinên Kurd Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez şehîd bûn..

Û di nava demeke kurt de eşkere bû ku ev komkujî bi fermana Erdogan ji aliyê Mît’a Tirk ve hatiye kirin..

Lê ji bo ev yek bi awayekî fermî neyê eşkerekirin û her wiha hevkariya Fransayên neyê zanîn, tetîkêş Omer Guney li zindanê hate kuştin..

Piştî vê komkujiyê, dewleta Tirk hewl da bi heman rêbazan siyasetvan û pêşengên Kurd ên li Ewrûpayê tine bike..

Û ji bo vê tîmên xwe ên kujer li hin welatan bicih kirin..

Herî dawî sala 2017’an yek ji van tîman li paytexta Belçîkayê Brûksel hate eşkerekirin..

Rojnameya Yeniozgur Polîtîka di hejmara xwe a îro de ciheke berfereh daye mijarê..

Li gorî naveroka nûçeyê 14’ê Hezîrana 2017’an erebeye reş a Mersedes 3 caran li derdora avahiya Kongreya Netewî a Kurdistanê geriya..

Li ser hişyarî û giliyê rêveberên KNK’ê, polîsên Belçîkî ketin nava tevgerê û dan pey şopa wê erebeyê..

Kesên di erebeyê de piştî ku keşfa afahiya KNK’ê temam kirin ji herêmê dûr dikevin..

Û dawiyê di encama şopandina polîsan de nasnameya 3 kesên di erebeya mijara gotinê de hat eşkerekirin.

Yek ji wan eskerê berê Zekeriya Çelîkbîlek bû..

Yê din Yakup Koçê ku nîşaneya polîsên Tirk li ser hate dîtin.

Mirovê sêyemîn jî Kurdeke li Belçîkayê yê binavê Haci Akkulak bû..

Di hedefa vê tîma kuştinê ya Mît’a Tirk de hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal û Endamê Konseya Hevserokatiya KCK’ê Zûbeyr Aydar hebûn..

Ev yek piştî girtina kesê binavê Haci Akkulak û lixwemukirhatinên wî derket holê.

Akkulak di îfadeya xwe de ev agahî dan polîsan:

Piştî ku min teklîfa wan a sîxûriyê qebûl kir, min fêm kir ku ev mesele heta kuştina Kurdan diçe.

Akkulak di îfadeya xwe de diyar kir ku tîma kuştinê ji aliyê kesê binavê Necatî Demîrogullarî ve tê birêvebirin..

Li ser vê agahiyê polîsên Belçîkê bi ser mala wî de girtin û dema binçavkirina Demîrogullarî li rastiyê mukir hat.

Di wê pêvajoyê de endamên din ên tîma kuştinê Zekeriya Çelîkbîlek û Yakub Koç reviyan..

Lê paşê wêneyên wan li di deverên balkêş derketin holê.

Ajansa Nûçeya a Firatê wêneyên mijara gotinê bidest xistin..

Û bi vî awayî pêwendiya kujeran li gel Erdogan û sefareta Tirk a li Parîsê eşkere bû..

Lewma ev kesên kujer li qesra Erdogan Beştepe û sefareta Tirk a li Parîsê wêneyên xwe kişandibûn..

Her wiha hem ji îfadeyan û hem jî belgeyên hayin eşkerekirin, rola sefîrê Tirk li Parîsê Îsmaîl Hakki Musa di amadekirina tîmên kuştina Kurdan de diyar bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv