Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Heftanînê ‘hevkar’ rê ji artêşa tirk re çê dikin 25.03.2021

 

DAGIRKERIYA TIRK A LI BAŞÛR
LI HEFTANÎNÊ “HEVKAR” RÊ JI ARTÊŞA TIRK RE ÇÊ DIKIN

Dagirkeriya Tirk ji 2019’an ve bi êrişên qirkirinê dixwaze herêma Heftanînê dagir bike.

Li dijî vê dagirkeriyê gerîlayên HPG û YJA-Starê berxwedaneke mezin kirin û hê jî dikin.

Heta niha di encama vê berxwedanê de artêşa dewleta Tirk a dagirker nekariye zêde pêş bikeve.

Lê artêşa dewleta Tirk bi rêya hin hevkarên xwe yên li herêmê, dixwaze dagirkeriya xwe berfirehtir bike.

Dîmenên vê yekê ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Firatê ve hatin weşandin.

Rojnamevan Kawa Tolhildan ev hewldana artêşa dagirker ji qada Bektorya ragihand.

LI HEFTANÎNÊ HIN KES RÊ JI ARTÊŞA TIRK RE ÇÊ DIKIN
FERMANDARIYA EYALETA HEFTANÎNÊ YA HPG’Ê HIŞYARIYEKE DIN JÎ DA

Fermandariya Eyaleta Heftanînê ya HPG’ê têkildarî vê hewldanê bi daxuyaniyekê hişyariyeke din jî da.

Di daxuyaniyê de pîrozbahiyên bi heybet ên li qadên Newrozê yên bi ruhê serketina Garê pêk hatine hatin bibîrxistin û wiha hat gotin:

Di demeke wiha de dewleta Tirk ketiye pey hewldana berfirehkirina dagirkeriya xwe.

Dagirkeriya Tirk ji gelê me, bi taybetî hin kesên ji gelê me yê Başûrê Kurdistanê dixwaze ji bo vê yekê bi kar bîne.

Hin kes di çarçoveya berjewendiyên maddî de alîkariyê didin dagirkeran.

Di çêkirina rêya ji Girê Koordîne heta qada Bektorya de ev kes cih digirin.

Fermandariya Eyaleta Heftanînê ev yek weke xizmeta ji dijminê gelê Kurd re nirxand û wiha got:

Di heman demê de ev sûcekî li dijî gelê Kurd û Kurdistanê ye.

Kesên beriya niha ji aliyê fermandariya me ve hatibûn hişyarkirin, rûyê rast ê dijminê dagirker dîtin û dest ji xizmeta jê re berdan.

Lê hin kes hê jî xizmetê ji dagirkeran re dikin.

Em careke din van kesan hişyar dikin, ku dev ji van kirinên xwe berdin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv