Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tifaqa partiyan ya rêya sêyemîn : “Di vê rewşa xirab de pêdviya civakê bi xebateke hevbeş heye”.

TIFAQA PARTIYAN YA RÊYA SÊYEMÎN
“DI VÊ REWŞA XIRAB DE PÊDVIYA CIVAKÊ BI XEBATEKE HEVBEŞ HEYE”

Di civîna li Enqerê ya 18ê çile de, nûnerên Patiyên HDP, EMEP, Patiya Karkerên Tirkiyê TİP, Partiya azdiya Civakî TÖP, Partiya Komunista Tirkiyê TKP, Federasyona Meclisên Sosyalist SMF, Mala Gel, Partiya tevgera kedkaran EHP hatibûn cem hev û şert û mercên rêya sêyemîn guftûgo kirin.
)
Piştî civînê ji beşdaran Endama rêvebriya Partiya Azadiya Civakî Juliana Gozen da xuya kirin herdu blokên heyî hem hukumet hem muxalefet hewl didin vê pergala riziyayî bidin domandin û behda giringiya rêya sêyemîn kir:

Juliana Gozen wiha axivî:

“Li ser xweza û civakê zilmeke mezin heye, Hukumet bi hercure êrişên xwe hewl dide HDPê bigire û rêvebirên wê ji siyasetê dûrbixe. Civak li berxwe dide, tam di demeke wiha de pêkhatina civînê girîng e. Pêdivî bi xebat û tekoşîneke hevbeş heye.

Alikara serokê partiya EMEPê Selma Gürkan jî da xuya kirin siyaseta hukumetê ku welêt ji her alî ve berbi hilweşînê ve dibe, em mecbûr kirine ku ji bo tekoşîna hevbeş rêyeke alternatîf bibînin û got:

Em weke partiya EMEPê amade ne di vê tifaqa sêyemîn de cîh bigirin. Çarçoveya tifqa me hê tam zelal nebûye, lê emê di pêşerojê de tim li hev bicivin.

Berdevika partiya tevgera Kedkaran EHP Özge Akman jî helwesta partiya xwe vi van gotinan anî ziman:

“Ji bo demokrasiyê pêdiviya me bi tifaqeke nû û xebateke hevbeş heye. Ev tifaq wê ne tenê ji bo hilbijartinan be. Li hemberî pergala îro ya hukumetê eger em tenê weke partî kar bikin, ev têr nake. Em mecbûr in hêza xwe bikirin yek.

Serokê partiya TİPê Erkan Baş jî derheqê tifaqê de hêviya xwe anî ziman û got:

“Di civîna yekem de em li hev guhdar kir, hev nas kir, lê di civînên din de emê wezifeyên giring bidin pêşiya xwe. Tirkiye ji aliyê aborî û siyasî ve di rewşeke pir xirab de ye. Divê em karibin rêyeke çareseriyê deynin pêşiya civakê.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv