PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ DERXIN
LI ÎNGILISTAN Û ALMANYAYÊ STAND HATIN DANÎN Û ÎMZE HATIN KOMKIRIN
Tevgera Ciwanên Şoreşger û TÊKO-JIN ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ çalakiyên xwe dewam dikin.
Xwendekaran li School of Economics a Londonê stand danîn û têkildarî qedexeya li ser PKK’ê agahî dan.
Her wiha pirtûkên Rêber Apo, pirtûkên li ser PKK’ê hatin belavkirin û gelek îmze hatin komkirin.
Ciwanên şoreşger û Yekitiya Jinên Kurd a Almaniya ji bo qedexeya li ser PKK’ê li Monchengladbachê standa îmzeyan vekir.
Di standê de li dijî qedexeya li ser PKK’ê belavok hatin belavkirin û gelek îmze hatin komkirin.