Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tevna qirêj a AKP/MHP û PDK’ê

 

TEVNA QIRÊJ A AKP/MHP Û PDK’Ê
LI DIJÎ GERÎLAYÊN AZADIYA KURDISTANÊ AMADEKARIYA ŞER

Rayedarên dagirkeriya Tirk ev demekî ye ji bo êrişeke nû ya li dijî gerîlayên Kurdistanê dîplomasiyeke qirêjî dimeşîne.

Bi rayedarên PDK’ê re jî li ser vî esasî hevdîtinan dike.

Di meha sibatê de hevdîtina Nêçîrvan barzanî bi Erdogan û Hakan Fîdanê serokê MÎT’ê re,

Dîsa di heman mehê de wezîrê şer ê tirk Hûlûsî akar û Erdogan bi Nêçîrvan û Mesûr Barzanî re di çarçova vê pîlangeriya qirêj de li hev civiyan.

Piştî van hevdîtinan PDK’ê hêzên xwe yên Zêrevan û Gulan ber bi qadên gerîla lê ne sewq kirin.

Der barê vê rewşa metirsîdar de Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê daxuyaniyek da.

Diyar kir ku PDK amadekariyê dike ku hin çalakiyên provokatîf bike.

Ajansa Nûçeyan a Firatê der heqê pêşketinên dawîn de xwe gihand çavkaniyên xwe yên li herêmê û nûçeyeke li ser meselê amade kir.

Li gorî agahiyên ku ev kesê di nava hêzên PDK’ê de ye daye, di 15’ê Nîsana 2022’ê de li herêma Kanîmasî ya Duhokê, artêşa Tirk wê li dijî noqteyên gerîlayên HPG’ê dest bi êrişa dagirkeriyê bike û dibêje:

Ji bo vê provokasyonê, tîmek ji 15 kesan ku ji hêzên Zêrevan û Pêşmergeyên Roj pêk tê, li baregeha Binesalawê hatiye bicihkirin.

Tîmek bi rêya GPS’ê li heman cihî, tîmeke din jî bi berpirsyariya yekî ji îstîxbarata artêşa Tirk hatiye avakirin.

Tîma duyemîn bi kincên sivîl ên şîrketa bi navê Lewen Asayîş tevdigere.

Yekîneya hêzên Zêravan a ku ji bo êrişê hatiye amadekirin, di bin fermandariya Lorkan Mûtah ê ji Mûsilê de ye.

Çavkanî dibêje ji bo zemîn ji êrişê re bê amadekirin ev plan hatiye danîn:

1- Kuştina hin pêşmergeyên PDK’ê

2- Teqandina lûleya petrolê ya ji Başûrê Kurdistanê diçe Tirkiyê

3- Li wê herêmê teqandina wesayitekê ku sivîl tê de ne.

Li gorî heman çavkanî, dewleta Tirk ji bo êrişê ev amadekarî kiriye:

1- Qada şer û derdora wê ji hewayê ve bê kontrolkirin.

2- Ji hêzên PDK’ê re hin cûreyên teqemenî û cebilxaneyê bêne dayin.

3- Piştgiriya ji bo hêzên bejahî tank û wesayitên din ên zirxî jî di nav de.

4- Ji bo agahî ji hêzên bejahî û hewayî re bê dayin, bi beşdariya PDK û artêşa Tirk li cihekî nêzî qada şer odeya operasyonê bê avakirin.

Heman çavkanî diyar kir ku yekîneyek ji hêzên Zêrevan û du yekîneyên ji Hêzên Gulan a kurê Mesûd Barzanî Mensûr Barzanî li sînorê Fişxabûrê hatine amadekirin û got:

Fermandarê hêzên Zêrevan Azîz Veysî bi fermandariya Zêrvan re civînek lidar xist.

Di qonaxa duyemîn a plana PDK-dewleta Tirk de tê xwestin ku ji bo birîna têkiliya navbera hêzên gerîla yên li herêmê, rêya bingehîn a Kanîmasî bê qutkirin.

Piştî ku rêya Kanîmasî kontrol kir, wê ji bo bidestxistina çiyayên Metînayê bikevin nava liv û tevgerê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv