HEVKARIYA PDK’Ê Û DEWLETA TIRK A DAGIRKER
PDK BI HEVKARIYA DAGIRKERAN DI NAV PLANÊN PROVOKATÎF DE YE
Hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk a dargiker her ku diçe kurtir dibe.
Di çarçoveya vê hevkariyê de li dijî qadên gerîla liv û tevgera PDK’ê û artêşa Tirk zêde bûye.
Têkildarî mijarê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku PDK di nava hin amadekariyên provoktîf de ye.
Cîgira Hevserokên Tevgera Azadî Tara Hisên têkildarî mijarê ji ajansa Rojnewsê re axivî.
PDK DI NAV PLANÊN PROVOKATÎF DE YE
TARA HISÊN: PDK DI NAVA XIYANETEKE MEZIN DE YE
Tara Hisên di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta tirk û da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê de di nava amadekariyên êrişên nû de ye.
Herî dawî Tara Hisên bang li gel kir ku li himberî van planên qirêj xwedî helwest be.