DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
ARTÊŞA TIRK LI ÇIYAYÊ AGIRÎ DEST BI TEVGERÊ KIR
Wezareta karê hundir a Tirk îro bi daxuyaniyekê ragihand ku bi navê ‘Eren-3’ li Çiyayê Agirî dest bi tevgera dagirkeriyê kirine.
Li gorî daxuyaniyê, hezar û 40 esker, polîs, tîmên taybet û cerdevan beşdarî vê tevgerê bûne.
Çavkaniyên xwecihî dibêjin, helîkopter jî, ji hewayê piştgirî didin tevgera dagirkeriyê.
DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
TEVGERA LEŞKERÎ YA LI LICÊ DIDOME
Tevgera eskerî ya bi navê ‘Eren-2’ ku 9’ê Çîleyê li navçeya Amedê Licê destpêkiribû jî didome.
Ev tevger bi giranî li herêma gundên Zenge, Helhel, Mişrif û Karvasê tê berfirehkirin.
Ji ber tevgerê derketina zozanan û çûnûhatina welatiyan jî li gelek deveran hatin qedexekirin.
DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
WALÎTIYA DAGIRKER LI BEDÎLÊ GELEK HERÊM WEK QEDEXE RAGIHAND
Di vê navberê de dewleta Tirk ji bo ku bikaribe bi rehetî tevgera dagirkeriyê pêk bîne derketina herêmên çiyayî qedexe dike.
Waliyê dagirker gelek herêmên girîdayî navend û navçeyên Bedlîsê heta dawiya salê, derketina gelek newal, zozan û geliyan qedexe kir.