TERORA DEWLETA TIRK A LI BAKUR
JI BER ŞÎARA “KEMAL PÎR” ÊŞKENCE LI GUNDIYÊN ZORAVA KIRIN
Li navçeya Amedê Sûrê terora eskerên dagirkeriya Tirk hebû.
Artêşa Tirk bi ser gundê Zorava de girt û tevahiya ciwanan li qada gund kom kirin.
Sebeb jî nivîseke li ser dîwarekî bû.
Ew jî şîara Kemal Pîr a “bi qasî ku em di oxira wê de bimirin, ji jiyanê hez dikin” bû.
Dagirkeran li ciwanekî xistin û gundî jî li ber vê zilmê rabûn.
Li ser vê yekê gundî bi avakirina qereqeleke li gund û qutkirina elektrîkê hatin tehdîtkirin.
Eskeran 10-12 ciwan ji gund derxistin, heqaret li wan kirin û gef li wan xwarin.
ÊRIŞÊN QIRKIRINA SIYASÎ
LI LICÊ Û ÇELÊ 10 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeyeke din a Amedê Licê jî êrişa qirkirina siyasî hebû.
Artêşa dagirker a tevgera xwe ya êrişê li herêmê didomîne, avêt ser gundê Dêrxus û Hiseynîkê.
Çavkaniyên herêmî ragihandin, ku dagirkeran li van deran jî êşkence li gelek kesan kirine û gefa kuştinê li wan xwarine.
Li gundê Qerehesen û gundikê Emînoglu jî 4 kes hatin binçavkirin.
Gundiyekî ku nexwest navê xwe bide ev agahî ji gundikê Emînoglu dan:
Dor li gundê me girtine û hin caran dengê sîlehan tê.
Bi gotina “heke tiştek were serê eskerekî me, êdî hûn bifikirin” gef li me xwarin.
Şivanê me Berat Akgeyîk bêyî ti sedemekê kirin binçavan û êşkence kirin.
Devereke din a êrişa qirkirina siyasî lê hebû navçeya Colemêrgê Çelê bû.
Polîsên dagirkeriya Tirk bi ser gelek malan de girtin.
Ramazan Dayan, Mûrat Erdemîr, Kazim Tekînalp, Dildar Kara, Ahmet Yildiz û Eshat Dûman kirin binçavan.