Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Efrînê sûcên mirovahiyê: Di 3 mehan de 200 sûcên revandin û 20 sûcên kuştinê pêk hatin

 

LI EFRÎNÊ SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ
“DI 3 MEHAN DE 200 SÛCÊN REVANDIN Û 20 SÛCÊN KUŞTINÊ PÊK HATIN”

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Cibrayîl Mistefa têkildarî sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê kirine ji ANHAyê re axivî.

Cibrayîl Mistefa Bibîr dixe, ku Neteweyên Yekbûyî jî di navê de gelek sazî û rêxistinên navneteweyî sûcên dewleta Tirk ên şer û li dijî mirovahiyê bi raporan dîtine.

Cibrayîl Mistefa balê dikşîne van agahiyên li ser sûcên dewleta tirk di raporê de cih girtine:

Tenê di 3 mehên dawî de 25 ji wan jin û zarok, 200 kes hatin revandin.

20 bûyerên kuştinê pêk hatin.

Di topbarana li ser Şehbayê de komkujî çêbûn.

Dagirekran 3 hezar û 200 darên zeytûnan birîn.

Dest danîn ser 11 hezar darên zeytûnan ên li Bilbilê, Raco, Şera û Meydankê.

Li çiyayê Hec Hesno yê Cindirêsê bargeh ava kirin.

Sûcên derketin holê, tenê ji sedî 20 in û ji vê yekê zêdetir in.

Efrîn veguherandine navenda perwerdekirina çeteyan û paşê wan dişînin Lîbya, Azerbêcan û Yemenê.

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Cibrayîl Mistefa li dijî van sûcan banga avakirina komîteyeke bê alî dike, da sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê dikin bişopîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv