Vê sibê li Serêkaniyê li benda kontirolê a artêşa Tirk û çeteyên wê teqînek rû da.
Di teqînê de 3’ê eskerên artêşa Tirk û 13 çeteyên wê hatin kûştin.
Teqîn bi wesayîteke bombebarkirî li bendeke kontrolê ya çeteyên dewleta Tirk a li rojhilatê bajarê Serêkaniyê pêk hat.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di teqînê de 16 kes hatine kuştin.
Ji kuştiyan yek jê payebilind 3 leşkerên artêşa Tirk in, 13 jî çete ne.
Di teqînê de 12 çete û leşkerî jî bi giranî birîndar bûne û dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe.