Serokê Komîteya Têkbirina Terorê li Belcîkayê Koen Metsû eşkere kir ku wê derbarê êriş û kiryarên dewleta Tirk de raporekê pêşkêşî hikûmeta Belçîkî bike û wiha dewam kir:
Ji ber ku ev êriş êdî nayê tehemul û paşguhkirin.
Koen Metsû li dijî êrişan jî îşaret bi giringiya piştevaniya navnetewî kir;
Pêwîstiya Rêveberiya Xweser, ji aliyekê ve bi lez û bez bi parastina nasname û nirxan heye û ji aliyê din ve jî pêwîstiya wê bi piştevaniya têkbirina terorê heye.
Ez dizanim ku Kurd qehreman in, lê belê pêwîstiya wan bi piştevanî û piştgiriyê heye.