TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞ’Ê
WALIYÊ DAIŞ’Ê YÊ LI IRAQÊ HATE KUŞTIN
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand ku hêzên wan waliyê çeteyên DAIŞ yê Iraqê kuştine.
Mistefa Kazimî têkildarê mijarê li ser twîtera xwe peyamek belavkir.
Kazimî diyarkir ku hêzên wan waliyê çeteyên DAIŞ’ê Ebu Yasir Îsawî kuştine.
Kazimî got ku waliyê DAIŞ’ê di encama operasyonek îstîxbaratî de hatiye kuştin.