Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aloziya navbera PDK û Bexdayê: PDK’ê çekdarên xwe şandin ser bîrên petrolê 29.01.2021

 

ALOZIYA NAVBERA PDK Û BEXDAYÊ
PDK’Ê ÇEKDARÊN XWE ŞANDIN SER BÎRÊN PETROLÊ

Hukûmeta navendî ya Iraqê ji bo ku bîrên petrolê yên herêma Dîbega ya girêdayî navçeya Mexmûrê bixe bin kontrola xwe hêzên xwe yên leşkerî şandin.

PDK’ê jî hêzên xwe yên çekdar şandin heman herêmê û di heman demê de şandina petrolê ya ji bo Tirkiyê jî sekinî.

Hat ragihandin ku Mesrûr Barzanî hêzên çekdar ên bi navê Gulan ku hêzên taybet ên PDK’ê ne û pêşmergeyên roj şandine herêmê.

Çavdêrê siyasî yê YNK’yî Reşad Gelaleyî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got hêzên ku li ser navê hukumeta Başûrê Kurdistanê hatine şandin yên girêdayî PDK’ê ne.

Çavdêrên siyasî jî diyarkirin ku krîza li herêmê ber bi şerekî ve diçe.

Tê gotin ku li herêma Dîbega û hawîrdora wê nêzî 2 hezar bîrên petrolê hene.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv