Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tecrîd Dikeve Rojeva Konseya Ewrûpayê

 

 

 

 

 

30’ê Mijdarê jî wê Konseya Ewrûpayê derbarê tecrîda li Îmraliyê li hev bicive.
Beriya vê civînê parêzerên Rêber Apo û saziyên Mafê Mirovan daxwaz ji Konseyê kirin da ku pergala tecrîdê bi dawî bike.
Parêzerê Rêber Apo Rêzan li ser mijarê axivî û got, rayedarên Tirk bi îdîayên bê bingeh dixwazin konseyê bixapîne.
Lê divê Konseya Ewrûpayê bi erka xwe rabe û dawî li biryarên xwe derkeve.

TECRÎD DIKEVE ROJEVA KONSEYA EWRÛPAYÊ
PARÊZER RÊZAN SARICA: DEWLETA TIRK RASTIYÊ BEROVAJÎ DIKE

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê 18’ê adara 2014’an biryar da ku cezayê muebeta giran ê li Rêber Apo hatiye birîn, binpêkirina xala 3’yan a peymana mafê mirovan a Ewrûpayê ye.

Li gel ku di ser vê biryarê re 7 sal derbas bûne, dewleta tirk berovajî biryarê pergala tecrîdê zêdetir giran dike.

Tevî çalakî û kampanyayên gelê kurd û hêzên demokrasiyê jî, dadgeha ewrûpî jî xwe li himberî vê rewşê kerr û lal dike.

Saziyê mafê mirovan ji bo konsey zextê li dewleta tirk bike, di tîrmehê de serî li komîteya wezîran a konseya ewrûpayê da.

Lê dewleta tirk bi bersivên dane diyar dike ku ewê pergala tecrîdê bidomîne.

Li ser mijarê parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Sarica ku di heman demê de parêzerê Rêber Apo ye, dibêje:

Dewleta tirk bi ‘pîlana çalakiyê’ dixwaze konseya ewrûpayê bixapîne.

Ew bi xwe îtîraf dike ku birêz Ocalan li derveyî mafê serbestiyê hatiye hiştin.

Lê ji bo jixwe ji ber van qanûnên dewleta tirk, dadgeha ewrûpî biryara binpêkirinê dabû.

Niha jî dewlata Tirk bi derxistina ‘pîlana çalakiyê’ dixwaze ku hinekî din dem qezenc bike.

Ji konseyê re dibêje, plana min bişopîne.

Lê bi vê teklîfê jî li xwe mikur têe ku li Îmraliyê qanûnên taybet di paratîkê de ne.

Di vê meselê de berpirsyarî êdî aydî Konseya Ewrûpayê ye.

Li gorî îçtîhadên xwe divê konseyê bicihanîna biryarê ferz bike.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv