Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan

 

 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan şevê din mêvanê bernameyeke taybet a Medya Haberê bû.
Tecrîdkirina rêber APO, xebat û çalakiyên ji bo azadiya rêber APO, pêngava ‘Dem dema Azadiyê’ û salvegera damezradina PKK’ê nirxand.
Duran Kalkan diyar kir ku ew ê bi têkoşîna xwe, di sala 44’an de serketinên mezin bi dest bixin.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
ÎKTÎDARA AKP-MHP’Ê BI CEZAYÊN DISÎPLÎNÊ SÛCÊ XWE YÊ TECRÎDÊ JÎ ÎTÎRAF DIKE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan tevli Bernameya Taybet a Medya Haberê bû.

Duran Kalkan destpêkê tecrîda li ser Rêber Apo û rewşa li Îmraliyê nirxandin:

Îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê bi cezayên qaşo disîplînê sûcê xwe yê tecrîdê jî îtîraf dike.

Weke dibêjin dema behsa kirinên xwe dike pê re sûcên xwe jî dibêje.

Destilat bi polîtîkayên xwe yên Îmraliyê bêhiqûqîbûna xwe eşkere dike.

Bi van pêkanînan nîşan dide ku li Îmraliyê bi qasî misqalî zerre hiqûq tine ye.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
JI BO TEŞHÎRKIRINA KOMPLO Û TECRÎDÊ KEŞTIYA AZADIYÊ ERKEKE GIRÎNG BI CIH ANÎ

Durana Kalkan îşaret bi çalakiya Keştiya Azadiyê kir ku kurdên li Ewrûpayê tevî hêzên dost li dar xistin:

Keştiya Azadiyê bi erkeke girîng rabû.

Bi vê çalakiyê re komplo û pergala tecrîdê hat teşhîrkirin.

Çalakgeran ji raya giştî ya cîhanê re behsa vê neheqiya mezin kirin.

Pergala tecrîdê ya Îmraliyê xistin rojeva gelên cîhanê û karekî hêja kirin.

Çalakî li Îtalyayê bi dawî bû.

Tê zanîn Rêber Apo dema li Romayê bû ji bo çareseriyê danezanek eşkere kir.

Lê hingî hêzên navneteweyî xwedî li vê danezana 8 xalî derneketin.

Heke di nava 23 salên borî de ewqas şer û êş derketibe holê sedemek xwe jî ev e.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
JI BO ŞIKANDINA PERGALA TECRÎDÊ WEKE TEVGER Û GEL EM BI BIRYAR IN

Duran Kalkan destnîşan kir ku ji bo çareseriya doza kurdî tekane navnîşan Rêber Apo ye:

Ji bo çareseriya demokratîk navnîşan diyar e; Rêber Apo ye.

Ji bo ev çareserî pêk were divê têkoşîna di oxira azadiyê de were mezinkirin.

Ev têkoşîna mirovahiyê hemûyî ye.

Ne tenê gelê Kurd, divê hêzên demokratîk hemû jî zêdetir tevlî bibin.

Di sala nû ya têkoşînê de em weke tevger û gel bi biryar in.

Em ê pergala tecrîd û êşkenceyê teqez bişkînin.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
BI TÊKOŞÎNA PKK’Ê RE, HEBÛN Û AZADIYA KURDAN HAT MÎSOGERKIRIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan îşaret bi salvegera 43’yan a damezrandina PKK’ê kir:

Bi pêşengiya Rêber Apo û şehîdên me PKK gel kişand nav têkoşîna azadiyê.

Bi vî awayî PKK’ê hişt ku hebûn û azadiya Kurdan mîsoger bibe.

Heke PKK nebûya wê çi bibûya?

Mirov bi hêsanî dibîne ku wê li ser navê Kurd û Kurdistanê ti tiştek nemaya.

PKK’ê rê li tinebûna Kurdan girt.

Di 43 salên hebûna PKK’ê de gelê me, jin û ciwan bi ser ketine.

Ev bi saya berxwedana mezin û berdêlên mezin çêbû.

Îsal şerê herî dijwar ê dîroka me hate kirin.

Berxwedana gerîla li dijî dagirkeriyê dewam dike.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
DI SALA 44’AN DE EM Ê HAMLEYA XWE YA DEM DEMA AZADIYÊ YE MEZINTIR BIKIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan, ji berxwedana hatiye bipêşxistin a îsal hin numûne dan û got, jin û ciwanên pêşeng wê di sala 44àn a partiya me de jî têkoşîna xwe mezintir bikin.

Di vê sala 44’an de wê dawî li vê îktidarê were.

Di sala 44’an a partiya me de, wê faşîzma AKP-MHP’ê tune bibe.

Di sala nû ya têkoşînê de wê pêngava Dem Dema Azadiyê ye bi xurtî were meşandin.

Em ê di sala 44’an de bi serketinên mezin vê berxwedanê bidomînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv