TALÎBAN HIŞYARÎ DA TIRKIYÊ
“HÊZÊN XWE LI AFGANISTANÊ NEHÊLIN”
Hêzên navdewletî bi serêkşiya Amerîkayê, wê 11’ê Îlona îsal hebûna xwe ya leşkerî li Afganîstanê bidawî bikin.
Tevgera Talîban a ku sûd ji vê biryarê wergirt, serweriya xwe ya li welêt roj bi roj berfereh dike.
Li gorî îdîayên Talîbanê, bi çalakiyên wan ên dawî re, ji sedî 85’ê axa Afganistanê ketiye bin kontrola wan.
Heman Talîban, plana dewleta Tirk a bicîhkirina hêzên xwe li Afganîstanê, qebûl nake.
Talîbana a ku hebûna Tirkiyê weke binpêkirina serweriya axa welatê xwe binav kir, bi daxuyaniyeke fermî ev hişyarî da Enqerê.
“Divê were zanîn ku biryara rayedarên Tirk ne di cih de ye. Hebûna wan wê zerarê bide yekîtî û serweriya Afganîstanê. Lewma em wan hişyar dikin ku Tirkiye ji vê biryara xwe vegere.”
Ji rayedarên Talîbanê Emîr Xan Mutteqî jî got, “Em vê gavê şerê xwe li çiya û herêmên deştê birêve dibin. Eger Tirkiyê hêzên xwe li Afganîstanê bihêle, wê ev şer derbasî bajaran bibe. Tişta ku em naxwazin jî ev e.”