Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parastina Îrlandî: Qanûna zimanên fermî hat qebûlkirin

 

PARASTINA ÎRLANDÎ
QANÛNA ZIMANÊN FERMÎ HAT QEBÛLKIRIN

Parlemena Îrlandayê piştî bi dehan salan, qanûneke girîng a di lehê zimanê welêt de qebûl kir.

Ev qanûna ku di 2019’an de hat rojeva palemenê, di rûniştina dawî de bi piraniya dengan hat qebûlkirin.

Wezîrê Herêma Parastina Îrlandî Galtaxtê Cek Çeymbirs derbarê naveroka qanûnê de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Çeymbirs got, di vê qanûnê de 32 guherînên nû cî digirin û bi riya wan, statuya zimanê Îrlandî tê bilindkirin.

Di teksta bi navê Qanûna Zimanên Fermî de, ji bo karmend û reklamên di medyayê de kotaya ziman hatiye diyarkirin.

Li gorî vê, divê heta sala 2030’an, ji pêncan yekê karmendên dewletê bi zimanê Îrlandî baş bizanibin.

Qanûn li ser dewletê ferz dike, 20 ji sedî reklamên ji bo agahdarkirina raya giştî, bi zimanê Îrlandî bên weşandin.

Herwiha, divê herî kêm 5 ji sedî reklamên bo raya giştî di medyaya bi zimanê Îrlandî de bê weşandin.

Ev yek jî ji bo parastina zimanê Îrlandî ya di medyayê de wekî destekeke girîng tê qebûlkirin.

Digel ku Îrlanda welatekî serbixwe ye jî zimanê wê bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye.

Nifûsa Îrlandayê bi qasî 5 milyon e lê bi tenê ji 4 ji sedî yê vê civakê di jiyana xwe ya rojane de bi zimanê Îrlandî diaxivin.

Li Îrlandayê ji bo parastina ziman, berûberê peravên Okyanûsa Atlantîkê herêma Galtaxt hatiye damezrandin.

Li gorî siyaseta parastinê, kesên bi Îrlandî diaxivin li vê herêmê tên bicîkirin.

Ji vê polîtîkayê jî armanc ev e, Îrlandî bibe zimanê rojane yê herêmê û bi vî awayî ziman li ser axa welêt hebûna xwe bidomîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv