BEHRA WANÊ
BI BERMAHIYÊN KÎMYEWÎ QIRÊJ DIBE
Dema ava behra Wanê kêm dibe, gemariya di nav de jî derdikeve holê.
Bermayiyên bêyî ku bên parzûnkirin dikevin nava golê û qirêj dikin.
Serokê Komeleya Parastina Hawirdor û Berhemên Dîrokî ya Wanê Alî Kalçik, diyar kir ku bermahiyên malan û qenalîzasyonan hemû tevli golê dibin.
Nêzî 100 çem û robar jî daxilî golê dibin.
Hin ji vana di nav taxan re derbas dibin û bermahiyên nav taxan jî bi xwe re derbasî golê dikin.
Endamê Komîsyona Ekolojiyê ya rêxistina HDP’ê ya Wanê Îdrîs Polat jî, destnîşan kir ku sedema qirêjê, ne îslehkirina cobarên tevli golê dibin.
Tevî qal û qirş, bermahiyên kîmyewî yên atolyeyên li kêleka golê tevli golê dibin.