Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Selahattîn Erdem: Faşîzm êdî bi fen û zilmê jî nikare xwe rizgar bike 20.01.2021

 

SELAHATTÎN ERDEM / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
FAŞÎZM ÊDÎ BI FEN Û ZILMÊ JÎ NIKARE XWE RIZGAR BIKE

Faşîzma Erdogan-Bahçelî li asta navneteweyî bi çalakiyên demokratîk ên jin û ciwanan, kedkar û karkeran û gelan hatiye dorpêçkirin. Pêngava berxwedanê ya ‘Dema azadiyê ye’ ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi rê ve diçe, veguheriye çalakiyeke azadiyê ya global.

Li gel vê yekê faşîzma AKP-MHP’ê ji aliyê sîstema ku di nav de ye jî hatiye dorpêçkirin. Bi pêşengiya Fransa û Yewnanistanê, zextên Yekîtiya Ewrûpayê zêde bûne. Bûyerên ku li Amerîkayê piştî têkçûna Trûmp qewimîn, xuyaye herî zêde faşîzma AKP-MHP’ê ditirsîne.

Rûsya ji bo berjewendiyên nû timî zorê dide desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê. Hêviya ku bi PDK’ê û Rêveberiya Iraqê ve hatine girêdan zêde encamê nadin. Bi kurtasî, bûyerên nava sîstemê bi xwe êdî ne li aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ye, berevajî li dij e.

Di rewşeke wiha de wê faşîzma AKP-MHP’ê çi bike? Eşkere ye ku di rewşeke wiha de yekane tişta hatiye bîra faşîzmê ew e ku li ber her kesî bigere. Ev demeke jî vê dike. Di vê çarçoveyê de Tayyîp Erdogan û Mevlut Çavûşoglû her roj bangeke nû dikin. Ji bo karibe êrişeke leşkerî bibe ser herêma Eyn Îsa ya Rojava bi Rûsyayê re hevdîtinan li ser hev dike. Li ser vê bingehê tawîzên nû û mezintir dide Rûsyayê. Bêguman ev jî têrê nake, li aliyekî jî nameyan li pey nameyan ji Serokê Amerîka yê nû hatiye hilbijartin û Serokkomarê Fransayê re ku bi her awayî heqaret lê kiribû, dinivîsîne. Bûyerên ku beriya demeke kurt qewimî bûn weke ku ji bîr kiriye, qala dostaniya qedîm a bi Amerîkayê re dike, dibêje ku cihê wan li nava şaristaniya Ewrûpayê ye.

Divê mirov gelekî baldar be, bi fen û derewên faşîzma AKP-MHP’ê nexapin, nekevin nava bendewariyên sexte. Bi vî rengî têkoşîna demokrasiyê ya li dijî faşîzmê divê ji bo kêliyekê jî be neyê qelskirin. Eger ev bibe, wê faşîzma AKP-MHP’ê nikaribe kiryarên xwe yên sala 2009’an dubare bike. Ji ber ku li gorî wê demê gelekî lawaz û teşhîr bûye.

Eger li hemberî fenên faşîst, berxwedana şoreşgerî-demokratîk bi xurtî bê kirin, wê hingî lîstikên faşîzmê xera bibin, rûyê wê yê rast wê eşkere bibe û li pêşberî berxwedanê hilweşe. Fen û zilm jî wê êdî nikaribin faşîzma AKP-MHP’ê xelas bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv