HÊRSA LI DIJÎ ÊRIŞAN
TAJÊ: AGIR JÎ BI SER ME DE BIBARÎNIN EM Ê SERÎ NETEWÎNIN
Di daxuyaniya TAJÊ de hate ragihandin ku nabe li hemberî komkujiyên dewleta Tirk bêdeng bin û wiha hat gotin:
Em bang li tevahiya cîhanê dikin, dengê me bibihîzin.
Nexweşxana ku zarokên 10 salî, nexweşên ji ber koronayê û extiyar lê bûn, ji aliyê balafirên Erdogan ve careke din hate bombekirin.
Bila cîhan êdî Erdogan û hevkarên wî rawestîne.
Bila zanibin; agir jî bi ser me ve bibarînin, bombeyan jî bibarînin em ji wan natirsin.
Em ê ti carî serî netewînin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.
Iraq û Mesûd Barzanî piştgiriyê didin Erdogan.
Bi van re ne şeref, ne onûr, ne jî namûs maye. Ka dewleta Iraqê? Çima me naparêze?
Em ê êdî rê nedin fermanên din.
Eger dewleta Iraqê wê me neparêze, eger wê destûrê bide ku Erdogan her roj bombeyan li me bibarîne bila wê demê biçin ji vir. Bila dijmin baş zanibe, em ê ne wan, ne jî dewleta Iraqê qebûl bikin.”