ÊRIŞA DEWLETA TIRK A LI SER NAVÇEYA ZIRGANÊ
PITIKEK Û JINEK HATIN QETILKIRIN
Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.
Doh êvarî navçeya Zirganê bi dijwarî hate topbaran kirin.
Di êrişê de jineke bi navê nede Dexam Mesîx û pitikekê jiyana xwe ji dest dan.
Heman demê de tevî jin û zarokan herî kêm deh kes jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneya Dirbêsiyê. Lê yên rewşa wan giran bûn jî rakirin nexweşxaneyên bajarên Qamişlo û Hesekê.