Daîreya Koçê li ser daxwaza Säpo ku Daîreya îstîxbarata Swêdê ye biryar daye ku Zozan Yuksek Swêdê biterikîne û heta 10 salan nikaribe vegere.
Beriya pênc salan Zozan bi kurdekî hemwelatiyê Swêdê re ji Belçîkayê çûye û li Swêdê bi cih bûye.
Zozan a dayika du zarokan e, dibêje; herçend tu elaqeyeke min bi siyasetê re nîne jî Säpo gelek pirsên siyasî ji min kirine.
Zozan ji radyoya kurdên Swêdê re serboriya xwe kir û got:
Dema ez ji bo dirêjkirina dema runiştina xwe çûm navenda koçê ez şandim cem polêsên Sapo.
Wan ji min pirsa Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş û PKK’ê kirin.
Daireya Penaberan li gel ku tu delîleke sûc li ser Zozanê nedîtibe jî metirsiya dersînorkirina Zozanê ji bo Belçîkayê heye.