Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Jineke Efrînî dibêje Dewleta Tirk û çeteyên wê jinan êşkence dikin

 

Li Efrîna ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin binpêkirinên mafan kêm nabin.

Herî dawî jinek karî xwe ji zilma li Efrînê rizgar bike.

Jina bi navê E. K ku ji ber ewlehiya jiyana wê em naxwazin navê wê bidin behsa rewşa li Efrînê kir.

E.K dibêje: Ji derveyî zext, zilm û talanê tiştek li Efrînê tune ye.

LI EFRÎNA DAGIRKIRÎ JIN TÊN ÊŞKENCÊ KIRIN
E.K YA JI EFRÎNÊ REVIYA QALA HOVÎTIYA ÇETEYAN KIR

Efrîn dikeve bakur rojavayê Sûrî, di sê koşeya bakur û rojavayê Kevana Zêrîn de cih digre.

Bajarê Efrînê 63 km dikeve bakur rojavayî bajarê Helebê.

Ji aliyê bakur û rojava ve Tirkî û deşta Hemqê, ji aliyê rojhilat ve bajarê Ezazê û li aliyê başûr jî devera çiyayê Semanê heye.

Pehnayiya wê 55 km û dirêjahiya wê jî 75 km ye.

Ev bajarê qedîm di 20’ê Çileya 2018’an bû hedefa çekên NATO’ê û di encma hêzên serdest ê cîhanê 18’ê Adara sala 2018’an ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagir kirin.

Ji roja ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin her rojê agahiya binpêkirinên mafan ji deverê tê.

Bi taybetî jin di hedefa çeteyên dewleta tirk dene.

LI EFRÎNA DAGIRKIRÎ JIN TÊN ÊŞKENCÊ KIRIN
E.K: JI DERVEYÎ ZORDARÎ, ÊŞKENCE Û TALANÊ TIŞTEK LI EFÎNÊ TUNE YE

Yek ji van jinan jî E.K a ji ber ewlekariya wê em nikarin navê wê eşkere bikin.

E.K hefteyek berê ji ber êşkence û zilama dewleta Tirk reviye û çûye bajarê Helebê.

E.K ji ajansa JinNews’ê re axivî û qala hovitiya dewleta Tirk kir.

E.K diyar dike ku ji derveyî tirs, êşkece û xofê tiştek li Efrînê tineye.

E.K dibeje mal û milkên wan hatine wêrankirin û çend xizmên wê ji aliyê çeteyan ve hatine revandin.

E.K anî ziman ku çeteyên dewleta Tirk tiştek nema ye ku ne aniye serê wan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv