Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sûîqestekê JÎTEM’ê: Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan girtî ye û kujerên Bahtiyar Aydin li derve ne

 

SÛÎQESTEKÊ JÎTEM’Ê; KUŞTINA BAHTIYAR AYDIN
GIRTIYÊ NEXWEŞ MEHMET EMÎN OZKAN GIRTÎ YE, KUJER LI DERVE NE

Kuştina Fermandarê Herêma Amedê ya Cendirmeyan Tuxgeneral Bahtitar Aydin bi rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ji nû ve di rojevê de ye.

Mehmet Emîn Ozkan 84 salî ye û li zindanê bi nexweşînên giran ketiye.

Bi talîmata Îlker Başbug ku demekê li Tirkiyê sererkaniya artêşê kiriye 22’ê cotmeha 1993’yan Bahtira Aydin dişînin Licê.

Dema Bahtiyar Aydin li tugaya Licê ji helîkopterê dadikeve bi çeka sûîqestê bi kanasê tê kuştin.

Piştî vê bûyerê hem kanas hem jî fîşeka li dîwêr ketî tên îmhakirin.

Hema piştî sûîqestê bi îdiaya “PKK’iyan bi ser Licê de girt” li dijî Licê tevgereke êrişa qirkirinê dest pê dike.

Der barê vê sûîqestê û tiştên pêk hatine ji endamekî îstîxbarata tirk ji rojnama Yenî Yaşamê re axivî.

Kesê navborî yê navê xwe eşkere nekiriye destnîşan dike ku ew di koma dozên Licê û Temîzoz de xebitiye ango li dozên JÎTEM’ê nêrtiye.

Ev agahiyên ku dide beriya niha di çapemeniya azad de jî weke îdia derketibûn, niha ev tên teyîdkirin.

Li gorî van agahiyan;

piştî îdiaya PKK’ê bi ser Licê de girtiye di encama êrişa eskerên artêşa tirk a dagirker de;

ketin û derketina Licê tê qedexekirin, Licê tê şewitandin.

ji nava xelkê 14 kes tên gulebarankirin. 401 mal 242 dikan tên şewitandin û xelk bi darê zorê tê koçberkirin.

Wê demê 20 kes tên binçavkirin lê ji xeynî yekî paşî hemû tên berdan.

Wê demê Mehmet Emîn Ozkan ê ku 8 kîlomtre ji Licê dûr li gundê xwe tê binçavkirin.

Di encama îfadeyên şahidên veşarî de tê girtin û ji wê demê ve tekane kesê ji vê dosyayê girtî jî Mehmet Emîn Ozkan e.

Li dû kuştina Bahtiyar Aydin li gel tiliya Îlker Başbug heye jî bi ser de naçin.

Başbug musteşarê wezareta edaletê Fahrî Kasirga vedixwîne meqamê xwe û ji bo ser lêpirsînê bigre gefan lê dixwe.

Başbug serdozgerê Amedê jî vedixwîne Enqerê û gefan li wî jî dixwe.

Li gel van gefan jî di îdianameya ku Serdogeriya Amedê di sala 2013’an de amade kiriye tê gotin ku;

tiştên li Licê qewimîn karê JÎMET’ê ne.

Heta der barê Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Amedê Albay Eşref Hatîpoglu û Ustegmen Tunay Yanardag de ji ber ku bi zanebûn mirov kuştine û ji bo sûcê bikin çete avakirine cezayê muebetê hat xwestin.

Di reşnivîsa îdianameyê de navê Hasan Igsiz û Îlker Başbug jî derbas dibin lê van herdu kes delîl ji holê rakirine.

Ev herdu kes piştî Bahtiyar Aydin tê kuştin bi nîv saetan bi helîkopterê diçin Licê û delîlan tine dikin.

Li gel ku di lêpirsîna dozgeriyê de der barê Mehmet Emîn Ozkan de tê gotin ku ti delîlekî der barê wî de nehatiye dîtin jî;

26 sal in ji ber sûcekî ku nekiriye di zindanê de tê ragirtin.

Mehmet Emîn Ozkan ku niha li Zinda Amedê Tîpa D dimîne ji ber nexweşînên xwe gelek caran hatiye ameliyatkirin.

Daxwazên ji bo serbestberdana wî jî nayên qebûlkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv